Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya 2. ji bo 26 kesan biryara girtinê daye. Di nav wan kesan de Atîlla Taş û Murat Aksoy ên rojnameger jî hene. Dadgehê bi sûcên “endambûna rêxistinê” û “hewildana ji bo derbekirinê” hatine cezakirin.
Herdu rojnameger Çiriya Pêşiyê(Cotmeh) ya 2017ê bi biryara Dadgeheka Stenbolê ji girtîgehê derketibûn.
Dadgehê îtiraza Abdullah Kılıç, Ahmet Memiş, Ali Akkuş, Bayram Kaya, Bünyamin Köseli, Cemal Azmi Kalyoncu, Cihan Acar, Cuma Ulus, Davut Aydın, Gökçe Fırat Çulhaoğlu, Habip Güler, Halil İbrahim Balta, Hanım Büşra Erdal, Hüseyin Aydın, Muhammet Sait Kuloğlu, Mustafa Erkan Acar, Mutlu Çölgeçen, Oğuz Usluer û Ünal Tanık red kiriye û ji bo wan biryara girtinê daye.
Çi bibû?
Di doza lingê medyayê yê FETOyê de 26 jê girtî 29 kes hatibûn dadkirin. Dadgehê biryar dabû ku Atilla Taş, Abdullah Kılıç, Ahmet Memiş, Ali Akkuş, Bayram Kaya, Bunyamin Koseli, Cemal Azmi Kalyoncu, Cihan Acar, Cuma Ulus, Gokçe Fırat Çulhaoglu, Habib Guler, Halil İbrahim Balta, Hanım Buşra Erdal, Huseyin Aydın, Muhammed Sait Kuloglu, Murat Aksoy, Mustafa Erkan Acar, Oguz Usluer, Seyid Kılıç, Yakup Çetin û Yetkin Yıldız bên berdan.
Dozgerî li hemberî berdana Hanim Buşra Erdal, Ahmet Memiş, Bayram Kaya, Cemal Azmi Kalyoncu, Cuma Ulus, Habib Guler, Halil İbrahim Balta û Muhammed Said Kuloglu hatibû derketin û 26emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê serîlêdana dozgeriyê qebûl kiribû. Di vê encamê de derbarê 8 kesan de biryara zevtkirinê hatibû standin.
Ji bo Atilla Taş, Ali Akkuş, Huseyin Aydin, Murat Aksoy, Mustafa Erkan Acar, Seyid Kiliç û Yetkin Yildiz de Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê lêpirsîna “derbeyê” dabû destpêkirin û derbarê van kesan de biryara desteserkirinê derxistibû.
(EMK/MB)