Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Canan Coşkun rojnamegerek ku bi sûcê “heqareta li serokkomaarî dihat dadkirin. 40. Dadgeha Aslîyeyê ya Stenbolê biryar daye û Coşkun beraet kiriye.
Coşkunê li dadgehê dema ku xwe parastiye ti sûc li ser xwe qebûl nekirine. Wê di parastina xwe de gotiye:
“Ez nûçegihana dadgehê ya berê ya rojanameya Cumhurîyetê me. Min di roja ku biryara girtinê hatibû dayin da nûçeya bûyerê nivîsîbû û ji bo beşên eleqedar re şandibû. Ez nûçegihan im vdi wê rojê da min karê xwe kiribû.”
Parêzerê Coşkunê,î Abbas Yalçınsözî diyar kiriye ku piştî nivîsîna nûçeyê du sal borîne nû doz hatiye vekirin û xwestiye mûwekila wî demildest bê berdan.
Dadgehê piştî navbereka kurt biryara beraeta rojnamegerê daye.
(HA/MB)