Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Qanûna Bingehîn biryar daye ku divê qedexeya li ser weşana Wikipediayê bê rakirin. Biryar îro li rojnameya fermî hatiye weşandin.
Dadgeha Ceza û Sûlhê ya 1. a Enqereyê dê biryara dawîn bide.
Wikipedia ansîklopedîyeka dîjîtal e. Dadgehê biryar dabû ku hin parvekirinên malperê li dıjî rêkûpêkîya dewletê ye. Ji ber wê weşana wê hatibû astengkirin.
Dadgeha Qanûna Bingehîn biryar daye ku ev biryar ne li gor civakeka demokratîk a Rêkûpêk e. Biryareka neheq e û delîlên piştgirîya vê biryarê bikin nîne.
Li gor nûçeyeka Ajansa Anadolûyê 6 endamên dîwana dadgeran xwestine qedexe rabe.
Çi bûbû?
9ê Nîsana 2017ê Dadgeha Sûlh û Cezayî ya Enqereyê biryara astengkirina malperê dabû. Li gor dadgehê agahîyên piştgiriya rêxistinên terorî dikin li ser Wikipediayê hebûn û Wikimediayê ew agahî ranekirine.
Seroka wê weqfê Katherine Maherê gotibû, wan li Tirkiyeyê doz biriye dadgeha bilind û ti encam jê derneketine. Li ser vê yekê ew ê li Dadgeha Mafên Mirovn a Ewropayê dozê veke.
Maherê diyar kiribû ku agahîyên li ser malperê têne parvekirin divê wek mafê xwe-îfadekirinê bê dîtin.
Weqfa Wikimedia (Wikimedia Foundation, INC.) li ser navê Wikipediayê di 26ê Nîsana 2017ê de ji bo biryara qedexekirina weşanê serî li DMMEyê dabû.
Dadgehê meha tîrmeha borî dosya qabûl kiribû û ji Tirkiyeyê xwestibû ku paraznameya xwe amade bike. Her weha pirs ji dozdar û dozlêkirî kiribûn.
DMMEyê niha jî ji Tirkiyeyê xwestibû heta 31ê Çiriya Paşiyê ispat bike ku bê biryara qedexeya Wikipediayê li gorî Peymana Mafên Mirovan e (PMME) yan na.
Dadgeha Ewropayê di serî de serlêdana şexsî ya Wikipediayê ya ji bo Dadgeha Destûrî nirxandibû ku ev serlêdan di sala 2017ê de pêk hatibû.
Wikipedia ji bilî Tirkiyeyê li Venezûela û Çînê jî qedexe ye...
(HA/MB)