Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
19emîn doza esasî ya Mûsa Anter û JİTEMê duh li 6emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê berdewam kiriye ku dadgehê biryar girtibû her du dozan bike yek doz.
Dadgehê weke şahid li Îsmaîl Hakki Pekînî guhdar kiriye ku Serokê kevn ê Beşa Istixbarata Serfermandariyê bûye. Pekînî gotiye, “Ez dizanim ku Mahmût Yildirim ango Yeşil dijî. Agahiyek gihişt ber destê min ku pirsgirêkên wî yên tenduristiyê hene.”
Selîm Okçûoglûyî, parêzerê malbata Anterî, ji dadgehê daxwaz kir ku bila ji saziyên fermî bên pirsîn û bê famkirin bê Mahmut Yildirim ango “Yeşil” di çarçoveya Programa Parastina Şahidan de ye yan na.
“Ez gihiştim wê qenaetê ku Yeşil dijî”
Îsmaîl Hakki Pekînî di bernameya televizyonekê de gotibû ku “Yeşil dijî, pirsgirêkên wî yên tenduristiyê hene û li Tirkiyeyê ye.” Li ser van gotinên wî, dadgehê biryar standibû ku weke şahid li Pekînî guhdar bikin.
Li gorî nûçeya ku di Ajansa Mezopotamyayê de derbas bûye Pekînî wiha gotiye:
“Dibe ku dema li bernameyeke di televizyona Habertürkê min ev tişt gotibin. Ev gotin derbarê wî tiştî de ye ku li gorî nêrîna min Yeşîl dijî. Ji kesên derdora min ev zanyarî gihişte min û ev nêrîn bi min re çêbû.
“Heke ku ez cihê wî bizanibim, ez ê giliyê wî bikim. Ez dizanim ku dijî lê nizanim li ku ye. Li gorî zanyarikeye ku gihişte ber destê min, pirsgirêkên wî yên tenduristiyê hene.”
Pekînî her weha gotiye ku Mahmut Yildirim ango “Yeşil” bi nexweşiya penceşêrê ketiye û wiha berdewam kiriye:
“Ez nizanim ku li ku tê dermankirin û bi kijan nasnameyê dijî. Min heta Îlona 2011ê di artêşê de kar kir. Bi giştî ez 43 salan di artêşê de xebitîm. Piştî ku ez teqawid bûm, ev zanyarî hatin guhên min.
“Ez di mijara dijterorê de dixebitîm. Di dema wezîfeya min de jî derbarê vî kesî de hin zanyarî hebûn. Min nekarîbû ew zanyariyên di dema wezîfeya xwe de aşkere bikim. Ez nikarim wan li vir aşkere bikim.” (AS/FD)