Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Şeş jê girtî 14 xebatkarên rojnameya Özgürlükçü Demokrasiyê îro li 23yem Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dest pê kir. Rojname bi KHKya bi jimara 701î, di 8ê Tebaxa 2018an de hatibû girtin. Rojnameger bi tohmeta “endamtîya rêxistinên terorê” û “propagandaya rêxistinên terorê” tên sûncdarkirin.
Ji xeynî rojnamevanan ji Basin İşê ya DİSKê Ayşe Duzkan, parlamenterên HDPyê Ahmet Şik, Zuleyha Gulum û Alî Kenanoglu hatibûn ku danişînê temaşe bikin.
Parêzerên hemû rojnamevanan jî hebûn lê dîsa jî heyeta dadgehê daxwaza parêzeran ji Baroya Stenbolê kirin. Parêzerên ku ji baroyê hatibûn xwe ji danişînê vekişandin.
Di danişînê de li İhsan Yaşarê xwedî îmtîyaz, midûrê karên nivîsan İshak Yasul, edîtor Hicran Urun, xebatkara rojnameyê Pinar Tarlak, edîtor û nivîskarê rojnameyê Mehmet Ali Çelebi, edîtor Reyhan Hacıoğlu û ajokarê rojnameyê Ramazan Solak hate guhdarkirin.
Serokê dadgehê Ahmet Oguz ji bertawanan pirsên wek; “Tu mafên rojnamevanîyê dizanî lê ji barên wê agahdar î?”, “Polîtîqaya we ya weşanê çi ye?”, “We nûçeyên di derheqê îstîsmara cinsî a di nava sazîya terorê de heyî çekirine?”, “Hûn van nûçeyan ji ku bi dest dixin?”, “Tu wek hemwelatîyekî ji nûçeyên ku TSKyê wek dagirker bi nav dikî adiz bûyî?” ji wan pirsîn.
Dozger dewama girtîbûna bertawanan xwest û di saet 13:00an de ji bo biryara navîn navber dane danişînê.
Piştî navberê dadgeh dîsa kom bû û dadgehê biryara tehlîyeya xebatkara rojnameyê Pinar Tarlakê tenê da ku ew jî bi şertê qontrola edlî ye.
Dadgehê dîsa biryar girt ku ji Midûriyeta Dijterorê ya Midûriyeta Emniyeta Stenbolê bê pirsîn da ku fam bikin “bê ka abonetiya Ocalanî ya rojnameya Özgürlükçü Demokrasiyê ya bi rêya parêzerên wî heye yan na”.
Dadgehkirin dê di 6ê Kanûnê de berdewam bike. (ÇT/VU/FD)
Derbarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê de
Piştî ku rojnameya Özgür Gündemê 16ê Tebaxa 2016ê hatibû girtin, 23yê Tebaxa 2016ê dest bi weşanê kiribû.
Rojname bi KHKya bi jimara 701î, di 8ê Tebaxa 2018an de hatibû girtin. Di heman demê de rojnameyên Halkin Nabzi û Welat û Avantaj Tv jî hatibû girtin.
Şeş jê girtî 14 xebatkarên rojnameya Özgürlükçü Demokrasiyê di îdianameya ku ji hêla dozger Uygur Kaan Arisoyî ve hatiye amadekirin weke “endamên rêxistina çekdar a terorê, weşandin û belavkirina weşanên rêxistinên terorê û propagandaya terorê” tên tohmetkirin.
Gumanbarên girtî: Hicran Urun, Reyhan Hacioglû, İshak Yasul, İhsan Yaşar, Mehmet Ali Çelebi.
Gumanbarên ne girtî: Pinar Tarlak (Di dadgehkirina 12yê Îlonê de hate tehliyekirin), Yilmaz Yildiz, Onder Elaldi, Gunay Aksoy, Firat Benli, Ersin Çaksu, Davut Uçar, Ramazan Sola, Mizgin Fendik.
* Me agahiyên vê nûçeyê ji Komeleya Xebatên Medyayê û yên Hiqûqê (MLSA) û rojnameya Yenî Yaşamê berhev kiriye.