Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê a 32. rûniştina sêyem ya dadkirina Deniz Yucelî bi rê ve bir. Yucel nûnerê rojnameya Almanyayê ya bi navê Die Weltê bû.
Dadgeh wî bi sûcên “propagandaya ji bo terorê” û “ji bo kîn û dijminiyê tehrîkkirina gelî” dad dike.
Yucel bi xwe beşdarî dadkirina xwe nebû. Parêzerê wî Veysel Ok beşdar bû.
Bixwîne - Daxwaza tazmînatê ya rojnameger Yucelî nehatiye qebûlkirin
Denîz Yucel rojnamegerek e ku ji beriya li ser wî îdianameyek bê amadekirin salekê li girtîgehê mabû. Dadgeheka Stenbolê xwestiye Yucel ji bo doza li ser wî hatî vekirin, 10ê Gulanê li Berlînê îfadeyê bide.
Rûniştina çarem a dadkirina Yucelî dê 16ê Tîrmehê siet 10.50yê be.
Çi bûbû?
Nûçegihanê Tirkiyeyê yê Die Weltê, Denîz Yucel 13 rojan li navenda polîsan hat desteserkirin. Dadgehê bi sûcê “propagandaya ji bo rêxistinê û ji bo dijminî û kîndariyê tehrîkkirina gelî” 27ê Sibata 2017ê biryara girtina wî da.
Yucel di 14ê Sibatê de ji ber nivîseka wî hatibû desteserkirin. Wî nivîsek li ser E- Maîlên wezîrê enerjiyê, Berat Albayrakî nivîsîbû ku RedHeckê bi destxistibûn.
Ji ber heman lêpirsînê Tunca Ogreten edîtorê malpera Dikenê, Omer Çelîk edîtorê Ajansa Nûçeyan ê Dîcleyê (DİHA), Mahîr Kanat Berpirsê Îdarî yê Rojnameya Bîrgunê jî hatine girtin. Metîn Yoksû nûçegihnê DİHAyê, Eray Saygın Midûrî Karên Nivîsan ê Rojnameya Yolcûlûkê û Derya Ocaktan Midûra Berpirs a ETHAyê jî di heman çarçoveyê de hatibûn girtin. Îdianame ji bo rojnamegeran hatibû amadekirin, lê navê Yucelî di navê de derbas nebibû.
Çelîk di danişîna yekê de, Kanaat û Öğreten jî di ya duyem de hatibûn berdan.
Heta roja ku Yucel hatibû berdan jî îdianame ji bo wî nehatibû amadekirin.
(HA/MB)