Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dîcle Muftuoglû, Edîtora Ajansa Mezopotamya (MA) û Hevseroka Komeleya Rojnamegeran ya Dîcle Firatê (DFG) ji ber ku wêneyek di hesabê xwe yê medya civakî de belav kiriye bi îdiaya “propaganda rêxistinê kiriye” salek û 3 meh cezayê hepsê lê hatiye birîn.
Muftuoglûyê di sala 2014an de têkildarî şerê li Kobanê wêneyek ji aliyê ajansa DÎHAyê ve hatibû belavkirin, di hesabê xwe yê medya civakî de belav kiriye, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” doz lê hatibû vekirin. Ji vê dozê heta 5 salan cezayê hepsê ji Muftuoglû re dihat xwestin.
Danişîna doza Muftuoglû li 11em Dadgeha Cezayê Giran a a Amedê hatiye pêkanîn. Muftuoglû û parêzerê xwe Resûl Tamûr di danişînê de amade bûne. Hin rojnamegeran jî danişîn şopandine.
Muftuoglû: Min wêne bi armanca nûçeyê belav kiriye
Muftuoglûyê di danişînê de li dijî sûcdariyê parastina xwe kiriye û gotiy, “Wêneya min parve kiriye yek jê ji wêneyên ku ajansê kişandine ye. Min jî ev wênaya ajansê bi armanca ku nûçe were xwendin belav kiriye. Bê vîya çi armancek min nebû. Ez tohmetan qebûl nakim. Daxwaza beraeta xwe dikim.”
Dozger ceza xwestiye
Dozger biryara xwe eşkere kiriye û bi sûcê “propagandaya rêxistinê” salek û 3 meh ceza ji Muftuoglûyê re xwestiye.
Li dijî biryara dozger parêzer Resûl Tamûr parastina miwekîla xwe kiriye û gotiye ku wêneyê miwekîla wî belav kiriye li gorî biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) nesûce. û xwestiye miwekîla wî ji dozê were beraetkirin.
Dadgehê ceza biriye
Şandeya dadgehê piştî navberek kin biryara xwe daye û bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” salek û 3 meh cezayê hepsê li Muftuoglû birîye û biryara hikmê paşê were eşkerekirin daye û ceza taloq kiriye.(HA/AY)