Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Akademîsyenên ku “Danezana Em ê Nebin Şirîkên Vî Sûcî” îmze kirîn têne dadkirin. Duh (4ê Kanûna Pêşiyê/Berfanbara 2018ê) pênc akademisyen li sê dadgehan hatin dadkirin.
Li 35em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê (DCG) ji Zanîngeha Kadîr Hasê Dr. Ceren Lord cara sêyê,
Li 13em DCGyê ji Zanîngeha Zanistê ya Stenbolê Doç. Dr. S. B. û ji Zanîngeha Işikê Prof. Dr. Mehmet Emîn Aslan cara yekê,
Li 28em DCGyê jî ji Zanîngeha Mîmar Sînanê lêkolîner Yonca Guneş Yucel cara çarê, ji Zanîngeha Mûnzûrê jî Alk. Doç. Dr. Ahmet Kerîm Gultekîn cara yekê hatin dadkirin.
Dadgehê sal û 6 meh cezayê girtinê birî
Li 28em DCGyê dadgehê bi tohmeta “propagandaya rêxistinê kiriye” sal û şeş meh cezayê girtinê li Yonca Guneş Yucelê birî. Heyeta dadgehê ji cezayê Guneşê ti tiştek kêm nekir.
Ji ber ku Guneş-Yucel li dadgehê ne hazir bû, derbarê taloqkirina aşkerekirina biryarê de ti tiştek diyar nekir. Lê dadgehê biryar da ku Guneş-Yucel ji bo du salan di bin kontrola edlî de bê girtin.
Dadgeheke din sal û 6 meh û 22 roj ceza birî
Li 13em DCGyê dozgerî nêrîna xwe derbarê esasê dosyayê de diyar kir ku S. B. li vir dihat dadkirin. Dozgerî daxwaz kir ku S.B. li gorî Xala 7/2yê ya Qanûna Dijterorê (TMK) bê cezakirin. Gumanbar û parêzer ji bo paraznameya xwe dem nexwestin.
Heyeta dadgehê di biryara xwe de diyar kir ku salek cezayê girtinê li S. B. birî ne. Bi hinceta ku “sûc bi rêya înternetê hatiye kirin” 6 meh li vî cezayî zêde kirin. Dîsa bi hinceta ku “çalakiya ku hatiye kirin rêzesûc e” ceza derxistina sal û 10 meh û 15 roj an. Heyetê diyar kiriye ku ji ber sekna S. B. ya li dadgehê, ceza kêm kirine û di encamê de sal û 6 meh û 22 roj ceza lê birî ne. Aşkerekirina biryarê hatiye taloqkirin.
Çi bûbû?
10ê Kanûna Paşiyê ya 2016ê daxuyaniyeka bi navê “em ê nebin şirîkên vî sûcî” hatibû belavkirin. 1128 akademîsyenên ji Însiyatîfa Akademîsyenên Aştîxwaz ew daxuyanî îmze kiribû.
Dozgerê bi navê Îsmet Bozkurt bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandaya rêxistinê” doz li akademîsyenan vekir.
Ji 5ê Kanûna Pêşiyê ya 2017ê heta 5ê Îlona 2018ê 258 akademîsyen hatine dadkirin. Dadgehan ji bo her yek ji 19 akademîsyenan salek û sê meh cezayê girtinê dane.
Bixwîne - Dozên Akademisyenên Aştîxwaz hatin taloqkirin
Ji bilî Prof. Dr. Zübeyde Füsun Üstel û Prof. Dr. Büşra Ersanlıyê ji bo wan akademîsyenên dî hikim nehatiye dayin. Dadgehê diyar kiriye “ji ber ku wan daxwaza paşdedana hikmî nekiriye” û “ji ber ku li dadgehê qinaeta nîşan bide ew bêsûc in çênebûye” ji bo wan hikim hatiye dayin.
Alk.Doç. Dr. Esra Mungan, Alk.Doç. Dr. Muzaffer Kaya û Doç. Dr. Kıvanç Ersoy (15ê Adara 2016ê) û Alk.Doç. Dr. Meral Camcı (31ê adara 2016ê) bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandaya rêxistinê” hatin girtin. Di 22yê Nîsana 2016ê serbest bûbûn.
*Dadgeha Stenbolê salek û sê meh cezayê girtinê da Dr. Gaye Yilmazê.
* Dadgeha Stenbolê salek û şeş meh cezayê girinê da Alk. Doç. Dr. Bulend Kuçukî, paşê ji ber tevgerên wî yên maqûl dadgehê cezayên wî kiriye salek û sê meh.
*Dadgehê salek û sê meh cezayê girtinê daye Dr. Gaye Yilmazê.
* Dadgehê salek û şeş meh cezayê girinê daye Alk. Doç. Dr. Bulend Kuçukî, paşê ji ber tevgerên wî yên maqûl dadgehê cezayên wî kiriye salek û sê meh. (TP/FD)