Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Dadgehê bi tohmeta ku “propagandaya rêxistina terorê kiriye” sal û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê li Mûrat Sarisaç, Parlamenterê Wanê yê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) biriye.
Danişîn li 5em Dadgeha Cezayê Giran a Wanê pêk hatiye û bi tohmeta ku “propagandaya rêxistina terorê kiriye” sal û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê parlamenter Sarisaçî biriye. Parvekirinên li ser Facebookê yên salên 2010, 2014 û 2015an weke sûc hatiye nişandan.
Her weha dadgehê aşkerekirina biryarê taloq kiriye.
Derbarê Mûrat Sarisaçî de
Siyasetmedar e. Endamê Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk(DBP) û Hevserokê DBPê yê Wanê bûye. Di 3emîn Kongreya Asayî ya Partiya Demokratîk a Gelan de weke endamê Meclîsa Partiyê hatiye hilbijartin.
Di 7ê Tebaxa sala 1983an de li Gurpinara Wanê ji dayîk bûye. Beşa Zanista Siyasetê li Zanîngeha Aksarayê qedandiye.
(TP/AY)