Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî ku Qaymeqamiya Gazîosmanpaşaya Stenbolê lîstika bi navê “Bêrû” ya Teatra Jiyana Nûyê qedexe kir, parêzerên şanoger Omer Şahînî serî li 10em Dadgeha Îdareyê ya Stenbolê dane. Parêzeran xwestiye ku biryara qedexeyê were betalkirin.
Bixwîne - Di meha Çiriya Paşiyê de li Stenbolê lîstikek bi kurdî di bernameya Şanoyên Bajêr de heye
Bixwîne - HDPyê û İmamoglû bertek nîşanî qedexekirina "Bêrû"yê dane
Dadgehê duh (27ê Çiriya Pêşiyê ya 2020an) duh biryar daye û daxwaza betalkirinê nepejirandiye. Her weha xwestiye ku Qaymeqamtiya Gazîosmanpaşayê paraznameya xwe bişîne dadgehê.
Qaymeqamiya Gazîosmanpaşayê divê di nava 30 rojan de paraznameya xwe bişine.
Ramazan Demîr, parêzerê Omer Şahînî got ku heke dadgehên herêmî biryareke neyênî bide ew ê li Dadgeha Destûrî û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME).
Omer Şahînî her weha ji ber ziyana wî ya madî daxwaza 5 hezar TL tezmînata madî û 10 hezar TL tezmînata manewî kiriye.
Şanoyên Bajêr ên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ji ber rewşa pandemiyê biryar dabû ku piştgriyê bide şanoyên taybet. TJNyê jî bi lîstika “Bêrû” ya Dario Foyî serî lê dabû û hatibû qebûlkirin. Komê wê di 13ê Çiriya Pêşiyê li Dika Gazîosmanpaşayê lîstika xwe bilîsta. Lê Qaymeqamiya Gazîosmanpaşayê bi sedema “ewlehiya civakî” û qanûna 2911 lîstik qedexe kiribû.
Di 16ê Çiriya Pêşiyê de serî li dadgehê dane
Şahînî di 16ê Çiriya Pêşiyê de bi rêya parêzerên xwe serî li dadgehê daye.
Parêzeran di daxwaznameyê de bibîr anîne ku lîstik li Tirkiyeyê û ji derveyî Tirkiyeyê bi dehan caran lîstiye û li Festîvala Şanoyê ya Navnetewî ya Moskowê “xelata lîstika herî baş” lîstiye.
Di daxwaznameyê de bal kişandine ser biryarên DMMEyê yên derbarê binpêkirina mafê azadiya xweîfadekirinê û yê derbirînê. Her weha Xala 26em û 27em ên Dadgeha Destûrî û hatiye gotin ku bi biryara qedexekirinê mafê azadiya xweîfadekirinê û yê derbirînê yê lîstikvanan hatiye binpêkirin.
Biryara derbarê Ûlûsoyî de mînak hatiye nîşandan
Parêzeran biryara DMMEyê ya derbarê Ûlûsoyî û yên din de mînak nîşan dane ku dadgehê di sala 2007an de daye. Ûlûsoyî û hevalên xwe jî ji ber ku lîstika wan a şanoyê ya bi kurdî hatiye qedexekirin serî li DMMEyê dabûn û DMMEyê gotibû ku mafê wan hatiye binpêkirin.
Di daxwaznameyê de hatiye diyarkirin ku “her çiqas hikûmetê wê demê gotiye ne ji ber bi kurdî bûye hatiye qedexekirin, lê DMMEyê ev hincet qebûl nekiriye û biryara binpêkirinê daye.
Parêzeran diyar kiriye ku biryara ji bo “Bêrû”yê jî ji ber lîstik bi kurdî bûye hatiye dayin.
Her weha hatiye gotin ku ji ber pandemiyê bandor li dahata şanogeran bûye û ev biryara qedexeyê “mafê samanê binpê dike” û daxwaz hatiye kirin ku biryara qedexeyê were betalkirin. (FD)