Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê û nivîskarê Pirtûkxaneya Zarokan a BÎAyê Sedat Yilmaz, piştî 7 mehan girtî ma, îro cara pêşiyê derket pêşberî heyeta dadgehê.
Yilmaz di 3yê Gulanê, Roja Azadiya Çapemeniyê de hatibû girtin û li Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê dihat girtin.
Sedat Yilmaz ji bo danişînê ji Girtîgeha Sîncanê anîn Dadgeha 4an a Cezayê Giran a Amedê.
Diviyabû ku danişîn saet di 9.00an de dest pê bike lê piştî 2 saet û nîvan bi derengî, saet di 11.030 deqîqeyan de dest pê kir. Parêzer Resûl Temûr, Veysel Ok û Şûle Recepoglûyî di dema danişînê de Yilmaz parastin.
Her weha Serokê Giştî yê Sendikaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Dûrmûş, Nûnerê Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) yê Tirkiyeyê Ozgur Ogret, Hevserokê Komelaya Rojnamegeran a Dîcle-Firatê Serdar Altan, rêveberê komeleyê Heqî Boltan û komek rojnamegeran çavdêriya danişînê kir.
Yilmazî bersiv da îdiayên şahidên nepen
Piştî diyarkirina nasnameya Sedat Yilmazî danişînê dest pê kir. Yilmazî li dijî îdianameyê dest bi parastinê kir:
“23 sal in ku rojnamegeriyê dikim. Ez rojnamegerekî wiha me kum in greva Şîşecamê, qetlîama Gara li Enqereyê, qetlîama Roboskiyê şopand. Bi vê îdianameyê re Destûra Bingehîn xistin bin lingan. Dema bi baldarî ev îdianame bê xwendin, wê bê dîtin ku dozgerî xwe bi xwe pûç kiriye. Ez rica dikim ku hûnê bi sebir bin.
“Şahidê nepen yê bi navê Ulaşî di îfadeya xwe de gotiye, ez di ANFê de di asta berpirsyarî de û bi sîgorte şixulîme. ANFyê behsa nûçeyeke min kiriye û qeyda min a sîgorteyê jî nîne. Dema lê binêrin wê bê dîtin ku ez li Şîrketa Çapemeniyê û Weşanê ya Yönê (Ajansa Mezopotamyayê) dixebitim.
“Hûn nikarin demê û cih ji hev veqetînin, ev nabe. Derbarê îdiaya ku dibêje, min li Kurdistana Iraqê hevdîtin bi rêvebirên rêxistinê re kiriye, ne ji hewayî ne jî ji bejayî çûn û hatina min nebûye. Ger hûn dibêjin, tu bi rêyên qaçax çûyî, derbarê min de ewqas lêpirsîn hene, gelo wê ev çawa mimkun be?
23 sal in ez îmzeyê diavêjim bin nûçeyên xwe. Nûçeyên ku m in çêkirin hatin pîrozkirin, ez hatim xelatkirin. Rojnameger, ji bo civak bikaribe hilbijêre, zanyariyan didin û bi vî rengî dihêlin ew bikevin liv û tevgerê. Di jiyana xwe ya pîşeyî de min ji bo mafên pîşeyî yên pîşekarên xwe kar û xebat kirin.
“Ez dixwazim çend hevokan ji gotara rehmetî Ûgûr Mûmcûyî ya 31 sal berê bixwînim. 'Pirsgirêka kurd bi çend bûyer û dîmenan nayê fêmkirin. Bêyî xwendina nûçe û nivîsên çavkaniyên nêzî PKKyê, pirsgirêka kurd nayê fêmkirin.' 31 sal berê nivîsandibû. Heyf e, em hîna van tiştan nîqaşan dikin.”
Piştî Yilmazî parastina xwe qedand, parêzeran got ku ew tevlî paraznameya Yilmazî dibin lê piştî axavtinên şahidan û nêrîna dozgerî, ew ê paraznameyên xwe pêşkêş bikin.
Paşê jî şahide nepen yê bi navê Ûlaş sond xwar û axivî. Ûlaşî got ku “Sedat Yilmaz li Ajansa Mezopotamyayê kar dike. Ev ajans di nava xebatên îdeolojîk yên KCKyê de ye. Sedat Yilmaz di Komîteya Çapemeniyê ya KCKyê de ye. Ji bo îstîxbarata PKKyê kar dike. Sedat Yilmaz ne weke kadroyekî rêxistinê ye lê ji bo rêxistinê kesekî girîng û û bi qîmet e.”
Dema Ûlaşî ev tişt gotin, serokê heyeta dadgehê jê re got, “Di pêvajoya lêpirsinê de te tiştek ji bo îstîxbaratê negotiye. Em ê niha ji kîjan gotinên te bawer bikin?”
Ûlaşî diyar kir ku “Min beriya niha nikarîbû bi rêk û pêk bînim ziman, lê gotinên min rast in.”
Pişt re parêzer Resûl Temûr derbarê îdiayên wî ji şahide nepen de pirsî û got, te “Te bi çavên xwe dît ku hevdîtin kirin? Ûlaşî got, ‘Ji Zaxoyê hat, ew anîn kampê.”
Parêzer Okî jî pirsî û got, “Ev hevdîtina bi Mûstafa Karasûyî re kengî bû?” Şahidê nepen got “Nayê bîra min.”
Li şahidekî din ê nepen guhdar kirin
Şahidê nepen yê bi nasnav ‘K8Ç4B3L1T5’ jî li dadgehê îfade da. Şahidê nepen got ku “Sedat Yilmazî li qada îdeolojîk ya KCKyê kar û barên çapemeniyê dike. Yilmaz midûrê nûçeyan yê buroya Amedê ye.” Îdia kir ku Yilmaz "di rojên ji bo PKKyê girîng de yên mîna 27ê Çiriya Paşiyê de fermana çêkirina nûçeyan û nivîsîna nivîsan dide."
Yilmaz tehliye bû
Dozgerê danişînê xwest ku bila Yilmaz tehliye nebe û girtî bimîne.
Li hemberî daxwaza dozgerî Sedat Yilmazî daxwaza beraata xwe kir û got ger nebe jî ew dixwaze tehliye bibe û dadgehkirina wî bi vî rengî dewam bike. . Li aliyê din Parêzer Veysel Ok, di derheqê şahidê veşartî yê bi navê ‘K8Ç4B3L1T5’ de got parêzer Ozgur Erol, danişîneke yê li Enqereyê jê pirsî bû û ew goti bû ku ew karmendê dewletê ye. Karmendeke nikare îfade bide.”
Dadgehê biryara xwe ya demkî eşkere kir û biryara da ku Sedat Yilmaz tehliye bibe. (BA/HA/FD)