Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Bariş Yildirim Serokê Baroya Dêrsimê ji bo betalkirina projeya Bendava Konaktepeyê û Konaktepe HES I û Konaktepe HES Iıyê serî li Şûraya Dewletê dabû. Lijneya Kontrolkirinê ya Piyaseyên Enerjiyê (EPDK) ji 28/10/2010an û pê de ji bo 49 salan lîsansa veberhênaniya elektrîkê dabû Şîrketa Elektrikê ya bi navê Konaktepeyê. Şîrketa navborî jî ji bo çêkirina bendav û santralan li ser Parka Netewî ya Geliyê Mûnzûrê, dest bi xebatan kiribû.
Ji bo betalkirina lîsansê doz hatibû vekirin. Lê di 10ê Çiriya Pêşiyê (Cotmeh) ya 2013ê de 3yem Dadgeha Dozên Îdarî ya Enqereyê li gorî rapora zanîngehê daxwaza belatkirinê qebûl nekiribû.
Baroya Dêrsimê piştî vê biryarê serî li Şûraya Dewletê dabû û xwestibû ku biryara betalkirinê bide. 6ê Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) ya 2014ê 10em Daîreya Şûraya Dewletê biryara 3yem Dadgeha Dosyayên Îdarî ya Enqereyê betal kiribû.
Di biryara betalkirinê de diyar kiribû ku divê hemû proje li gorî pêvajoya Nirxandina Bandora Jîngehê bên nirxandin.
Piştî vê biryarê Wezareta Karên Avê û Daristanan, Şîrketa Elektrîkê ya Konaktepeyê û Şîrketa Elektrîkê ya Zorlûyê ji bo biryara Şûraya Dewletê bê “sererastkirin” serî li Şûrayê dabûn. Lê ev daxwaz nehatibû qebûlkirin.
3yem Dadgeha Enqereyê li ser biryara Şûraya Dewletê, 3yê Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) ya 2018ê civiya ye û biryara ‘berjewendiyên bilind ên civakê’ betal kiriye.
Li ser vê biryarê Bariş Yildirim, Serokê Baroya Dêrsimê diyar kir ku “Li gorî Xala 14em a Qanûna Parkên Netewî, li qadên ku weke Parkên Netewî hatine diyarkirin, ji bo avakirina bend û HESan divê destûr ji Wezaretê bê standin. Biryar ji hêla Rêziknameya Plansazî û Parkên Netewî biryareke mînak e.
Yildirimî wiha berdewam kir; ““Di dîroka dewleta Komara Tirkiyeyê de dadgehekê cara pêşiyê ye ku biryara ‘berjewendiyên bilind ên civakê’ betal kiriye”. (PT/FD)