*Piştî rûniştina dozê malbatên mexdûr û parêzeran li ber dadgehê wêne kişandin.
Ji bo Tirkiya nûçeyê bitikîne
Rûniştina 11. a doza derbarê 11 kesên ku 24 sal ewil li Pasûrê (Qulpê) piştî binçavkirinê hatibûn windakirin de, li 7. Dadgeha Cezayê ya Amedê hat kirin.
Di dozê de bersûcek tenê heye û ew jî Tuggeneral Yavuz Erturk e. Parêzerên bersûc Erturk daxwaz ji dadgehê kirin ku dosyeyê bişînîn Dadgeha Leşkerî lê parêzerê malbatên mexdûr Erkan Şenses derbarê wê daxwazê de îtiraz kir.
Parêzer Şenses derbarê mijarê de ji bianetê re axivî û diyar kir ku beriya niha Erturk bi xwe jî li dadgehê aniye ziman ku emrê operasyona li Pasûrê ji hêla Sererkaniyê ve hatiye dayîn. Şenses got ku “sûcê kuştina 11 kesan di çarçoveya wezîfe fermî de nabe were qebûlkirin”.
Dadgehê jî biryar da ku wê ji Sererkaniyê re nivîs were şandin ka emrê operasyona li Pasûrê ji hêla kî ve hatiye dayîn. Her wiha di biryara dadgehê de hat gotin ku derbarê şandina dosyeyê ji Dadgeha Leşkerî re jî wê li gorî bersiva Sererkaniyê biryar were dayîn û rûniştina dozê taloqî 25ê Avrêla 2017an kirin.
Dozger: Weke sûcê leşkerî ye
Dozger di rûniştina dozê ya 31ê Cotmeha 2016an de di mutalaya xwe de wiha gotibû:
“Li gorî qanûna nû ku di 14ê Tîrmeha 2016an de di rojnameya fermî hatibû weşandin de bersûc wezîfedarê fermî ye û ew sûcê ku behsê tê kirin jî derbarê rêvebirina raye giştî de ye. Ji ber vê yekê divê dosye ji Dadgeha Cezayê were hildan û ji Dadgeha Leşkerî re were şandin.
“Kuştina 11 kesan di çarçoveya wezîfeyê de nîn e”
Parêzer Erkan Şenses derbarê wê daxwaza dozger e nerîzîbûna xwe anî ziman û got ku dozger wê qanûna ku behsê dike, şaş şîrove dike.
Di daxwaznameya îtirazê de parêzer Şenses wiha got: “Yekîneyeke leşkerî operayon lidar xistine. Îdiaya di wê operasyonê 11 welatiyên sivîl kuştine di çarçoveya wezîfeya wan de nîn e. Yanê ev yek sûcekî leşkerî nîn e. Eger dosye weke sûcê leşkerî were dîtin û ji dadgeha leşkerî re were şandin êdî ne mimkun e ku ew leşkerana li dadgehên sivîl de were darizandin.
Erturk: Me bi emrê Sererkaniyê kir
Parêzer Şenses di daxwaznameyê de her wiha got ku beriya niha Erturk bi xwe jî di runiştina dozê ya 3ê Tîrmeha 2014an de aniye ziman ku emrê operasyona li Pasûrê ji hêla Sererkaniyê ve hatiye dayîn û ev yek jî diyar e.
Di daxwaznameyê de balkişandina ‘cezanedayînê’
Şenses diyar kir ku nabe ku dosye ji Dadgeha Leşkerî re were şandin û sedema vê yekê jî wiha diyar kir:
“Di doza ku 24 sal in dewam dike û hindik maye ku dosye demborî be de, hewl didin ku rêbazên ûsûlê were guhertin û dosye ji Dadgeha Leşkerî re were şandin. Di vê dosyeyê de mafê jiyînê hatiye binpêkin. Eger biryareke bi wî rengî were dayîn dê encamê de berpirsyariya dewletê ya lêpirsînê jî were îxlalkirin.
“Di biryarên Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê de tê destnîşankirin ku kêmasî û pirsgirêkên bi vî rengî dibe sedema cezanedayînê û di dawiyê de ji ber vê yekê îxlalên din jî derkeve holê.”
Çi bûbû?
Di 8-25ê Cotmeha 1993an de li navbera Pasûr û Mûşê de operasyona leşkerî hat lidarxistin. Di encama operasyonan de 11 gundiyên sivîl piştî binçavkirinê hatin windakirin.
Operasyon ji hêla yekîneyên 2. Komandoyên Tugaya Boluyê ve hat kirin û fermendarê wê yekîneyê Tuggeneral Yavuz Erturk bû. Erturk derbarê windakirina 11 welatiyên sivîl de bi hinceta ‘ji heman sedemê kuştina gelek kesan, gel teşwîqê serhildan û kuştinan dike” ve tê dadkirin.
(AS/YO)