Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Rihayê, dadgehekê cezayê miebeta girankirî li 5 kesên ku temenê wan di navbera 18 û 24an de ye, biriye. Di 28ê Tebaxa 2015an de camên avahiya Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ya navçeya Eyûbiyeyê hatibûn şikenandin. Her pênc kes ji ber vê bûyerê hatibûn desteserkirin û girtin.
Wê demê medyayê di nûçeyên xwe de gotibû “çalakiya bi bombeyan pêk hatiye”.
Li gorî nûçeya Emrûllah Acar a di Ajansa Mezopotamya de hatiye weşandin, di dema bûyerê de ti kes nemiribû û birîndar nebûbû. Lê ji ber polîsan gule bera dabû, jina bi navê S.Ç. ji newqa xwe birîndar bûbû. Di dema operasyonan de jî S.K., S.A., R.Ç. û V.D. hatibûn desteserkirin.
Her pênc kes, piştî îfadeyên xwe li navenda polîsan dabûn, biribûn adliyeyê û ew derxistibûn pêşberî heyeta dadgehê. Kesên desteserkirî gotibûn ku, li navenda polîsan îşkence li wan hatiye kirin lê heyeta dadgehê we girtibûn.
Li dadgehê jî behsa îşkencekirinê kiribûn
Her pênc bersûc, li 2yem Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê dihatin dadgehkirin û di dema dadgehkirinê de jî gotibûn, li navenda polîsan îşkence li wan hatiye kirin.
Digel ku bersûcan gotiye îşkence li wan hatiye kirin heyeta dadgehê de 13ê Sibata 2020an de biryara xwe aşkere kiribû û bi tohmeta ku “dixwaze yekîtiya welêt û hevgirtina dewletê têk bibe”, “Bi plankirî û bi derxistina agir, sêlav, xerakirin, noqavkirin an jî bombekirin, bi bikaranîna çekên nukleer, biyolojîk an jî kîmyewî, hewl daye kesê wezîfeya dewletê dike bikuje”, “madeyên xeter bê destûr bidest xistiye an jî daye hinekan”, “propagandaya rêxistinê kiriye” cezayê miebeta girankirî li wan birîbû.
Parêzerên 5 kesan li dijî vê biryarê serî li Dadgeha Îstînafê dabûn lê dadgehê daxwaza wan red kiribû. Parêzeran niha jî serî li Dadgeha Bilind daye. (AS/FD)