Nivîskara BirGunê Gozde Bedelogu li ser giliyê Parlamenterê Dîlokê yê MHPê Sermet Atay, bi îdiaya ku 'ji ber wezîfeyê ya karmendê dewletê heqaret lê kiriye” dihat darizandin. Dadgehê di dozê de biryara xwe aşkere kir.
Nivîskara BîrGûnê Gozde Bedeloğlu di nivîsa xwe ya bi sernava "Yên ku dewletê ji rabirdûyê heta îro diparêzin" de ji bo parlamenterê Dîlokê yê MHPê Sermet Atay gotibû ku "Tê îdiakirin yek ji kesên herî bibandor ê borsaya FETOyê ye". 2emîn Dadgeha Cezê û Esliye ya Stenbolê 7 hezar û 80 TL cezayê pere li Bedeloglûyê birî.
Gozde Bedeloglûyê piştî ku MHPê di hilbijartina Gulana 2023an de careke din Sermet Atay weke namzet nîşan dabû ev nivîs nivîsandibû.
Dozgerê danişînê nêrîna xwe ya di 22ê Sibata 2024an de pêşkeşî dadgehê kiribû, dûbare kir. Her weha dozger xwest Bedeloglû were cezakirin. Parêzerê Parlamenterê MHPê Sermet Atay jî xwest Bedeloglu bê cezakirin.
Parêzerê Bedeloglûyê Tolgay Guverçin jî got: “Armanca nivîsa ku di îdianameyê de ye nek ji bo agahdar kirinê ye. Ev derbirîna ramanê ye. Veguheztina rastiyek berbiçav tune. Gotareke ku di çarçoveya azadiya rexne û derbirînê de ye," Guvercîn diyar kir ku hêmanên sûcê ku tê îdiakirin pêk nehatine û daxwaza beraeta Bedeloglûyê kir.
Dadgehê bi sedema ku hatiye îspatkirin ku sûcê 'heqaretê' kiriye, 7 hezar û 80 TL cezayê pere birî.
(HA/AY)