2emîn Dadgeha Cezayê Giran a Zarokan a Stenbolê îdianameya derbarê Ogûn Samastî de hatibû amadekirin, pejirand. Samast Berpirsê Karên Nivîsan ê Agosê Hrant Dînk kuştibû.
Samast bi tohmeta ku "Li ser navê rêxistina terorê ya çekdar sûc kiriye, tevî ku ne endamê wê ye", bi daxwaza 7 salan heta 12 salan cezayê girtîgehê wê were darizandin.
Heyeta dadgehê diyar kiriye ku di 26ê Kanûna Pêşiyê de wê danişîna yekem pêk were
Çi bûbû?
Hrant Dink, Berpirsê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê, di 12emîn salvegera kuştina xwe de li Tirkiye û Cîhanê wê bi çendîn bernameyan were yadkirin. Dink 19ê Kanûna Paşiyê (Rêbendan) ya 2007ê di encama sûîkastekê de hatibû kuştin.
Weke her sal wê îsal jî wê li ber avahiya berê ya rojnameya Agosê ya li Osmanbeya Stenbolê bernameyek çêbû. Dînk li ber vê avahiyê hatibû kuştin.
Ji bo vê bernameyê, Hevalên Hrantî, bi gotina "Ji bo em bibêjin em li vir in Ahparig", "12 sal borî: Hrant Dînk nîne, edalet nîne, dest jê berdan nîne" banga beşdariya bernameyê kirine.
(HA/AY)