*Fotograf: Çalakiya piştgiriyê ya ji bo endamên DIAYDERê yên ji ber xwendina xutbeya bi kurdî, hatibûn kurdî
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
14em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê îdianameyaku ji bo Komeleya Zanayên Olî (DIAYDER) nivîsandiye, qebûl kiriye. Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê îdia kiriye ku DIAYDER "Li gorî armanchen PKKyê kar dike" û îdianame ji bo wê amade kiriye.
Îdianame ji bo 23 kesan hatiye amadekirin ku di nava wan de hin xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (IBB) jî hene. Dozgerî ji bo her yekî ji wan ji 3 sal û nîvan heta 15 salan cezayê girtîgehê xwestiye. 10 kes ji wan girtî ne.
Piştî ku îdianame hate qebûlkirin, çav li rê ye ku dadgehkirin di 18 û 21ê Sibatê de pêk were.
Serokê heyeta dadgehê Akin Gurlek e
Serokê heyeta Dadgeha Cezayê Giran a 14an a îdianame qebûl kiriye, Akin Gurlek e. Gurlek bi biryarên ku dane, gelek caran bûye sedema nîqaşan. Di Îlona 2018an de tayînî 37em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bûye. Di salên dawiyê de di gelek dozên girîng ên siyasî de weke serokê dadgehê kar kiriye.
Serokê heyetên wan dadgehan bû ku bi tohmeta alîkariya rêxistinê kirine nivîskarên Sozcuyê ceza kiribû, Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê berê yê HDPyê bi tohmeta progpandaya rêxistinê kiriye bi 4 sal û 8 mehan, Sirri Sureyya Onder jî bi 3 sal û 6 mehan ceza kiribû.
Ji 159 salan zêdetir cezayê girtîgehê li parêzerên ku endamên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) in, birîye.
Ji ber mesajên wê yên li ser medyaya civakî yên Seroka Rêxistina Bajarê Stenbolê ya CHPyê, Canan Kaftancioglû bi 9 sal û 8 mehan ceza kiriye. Biryara qaçaxiyê ji bo rojnameger Can Dundarî û ya destdanîna li ser mal û milkên wî daye.
Bi tohmeta ku "kesên di têkoşîna dijterorê de cih digirin hedef nîşan daye" 2 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Canan Coşkûn, nûçegîhana kevn a rojnameya Cûmhûriyetê biriye.
Ê ku 2 sal û nîv cezayê girtîgehê daye Şebnem Korûr Fîncanci, Seroka Yekîtiya Doktorên Tirkan (TTB).
Akin Gurlekî her weha biryara Dadgeha Destûrî ya derbarê Enîs Berberoglûyî jî qebûl nekiribû.
Bi çi tên tohmetkirin?
Îdianameya ku ji bo DIAYDERê amade kirine, 35 rûpel in û tê de îdia kirine ku komele li gorî daxwazên sîstema KCKYê ava bûye û kar dike.
Rapirsiya derbarê pirsgirêka kurdan a di malpera komeleyê, daxuyaniyên ku ji sala 2013an û heta niha dane çapemeniyê û çalakiyên ku endamên wê beşdar bûne, weke tawan li wan dikin.
Hatiye îdiakirin ku komele, kartên alîkariyê yên dem û dezgehên dewletê dane wan, bi awayekî birêkûpêk dane endamên rêxistinê.
Her weha hatiye diyarkirin ku ji bo Mehmet I. yek ji bersûcên navê wî di îdianameyê de derbas dibe, li IBByê dest bi kar bike, rêveberiya DIAYDERê bûne referans û tevlî wî hin kesên din bi pêşkêşiya komeleyê ketine kar. (HA/FD)