Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Dadgehê “Îdianameya Bingehîn” a 15ê Tîrmehê qebûl kir.
Kiriyarên li Sererkaniya Leşkerî hatîn kirin komeka bi navê “Aştiya Welatî(Yurtta Sulh)” di 15ê Tîrmehê de kiribû.
Li ser 221 kesên endamên Aştiya Welatî ku 38 ji wan leşker in îdianame hatiye nivîsîn.
Dadgeha Cezayê Giran a 17. a Enqereyê “Îdianameya Bingehîn” a 15ê Tîrmehê qebûl kir.
Di 22ê Gulanê de, dadgeh dê dest bi dadkirina bersûcan bike.
Îdianame di 3yê Adara 2017ê de teslîmî dadgehê hatibû kirin.
Îdianame
Li gor îdianameyê 221 kes gumanbar in. Orgeneralek, sê korgeneral û çar tûmgeneral jî di nav bersûcan de ne.
Ji bersûcan 199 kes di girtîgehê de ne. Heşt bersûc bi şertê kontrola edlî hatine serbestberdan.
Ji bo 15 gumanbarên firarkirî ku Fethûllah Gûlen jî yek ji wan e biryara girtinê hatiye dayin.(EKN/MB)