4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê, îddianameya têkildarî qetilkirina malbata Kurd ya Dedeogullari qebûl kiriye. Dadgehê, gumanbarên girtî Veli Keleş, Ramazan Çalik, Yahya Çalik, Ali Çalik û Ali Keleş bi şertên kontrola edlî serbest berdane.
Di îdianameyê de ji bo kujerê malbata Dedeogullari, Mehmet Altun bi tometa ku “kuştina plankirî û bi hestên hov”, “binpêkirina parêzvaniya mal”, “şewitandina mal” û “hilgirtina çeka bê molet” bi giştî 7 caran cezayê zindanê yê heta hetayê yê girankirî hatiye xwestin.
Herwiha meha Çiriya Pêşiyê de jî biryara azadkirina hevjîna kujerê malbata Kurd, Zehra Altun, bavê wî Îbrahîm û dayika wî Îsmahan Altun hatibû dayîn. Di doza ku 13 kes hatibûn girtin de, heta niha 8 kes serbest hatine berdan û tenê 7 girtî mane.
Parêzerê malbatê Abdurrahman Karabulut li ser hesabê xwe yê Twitterê gotiye: “Di êrîşa 12ê Gulanê de me daxwaza girtina 5 kesan û parastina malbatê kir. Bi serbest berdana 5 kesan bersiva me dan. Ji vê cirhet stendin û qetlîam kirin. Ti daxwazake me ya lêkolînê nayê qebûlkirin. Niha 5 kesên din jî serbest berdan. Ez nikarim li rûyê muwekîlê xwe binêrim.”
Çi bûbû?
Êrişkarên biçek di 30ê Tîrmehê de di saetên êvarê de bi ser mala malbata Dedeoglûyî de girtibûn û 7 kesên ku li malbûne qetilkirine û piştre agir berdabûn malê û revîbûn. Malbata Dedeogûllari li Kolana Hasankoya navçeya Merama Konyayê dijîn.
Bi îxbarkirina kesên derdorê ekîbên agirkujî û gelek polîs hatine cihê bûyerê. Piştî ku agir hatiye vemirandin terme Yaşar Dedeoglû, Barış Dedeoglû, Serpil Dedeoglû, Serap Dedeoglû, İpek Dedeoglû, Metin Dedeoglû û Sibel Dedeoglû ku bi çekan hatine kuştin, dîtine.
Malbata Dedeogûllari 24 sal in di heman kolanê de dijîn û di 12ê Tîrmehê de rastî êrişa komeke nijadperesta 60 kesî hatibûn. Koma nijadperest êriş bi gefên “Em ulkucî ne, em ê nehêlin hûn li vir bîjîn” pêkanîbû. Di êrişa nijadperest de 4 jê jin 7 kes brîndar bûbûn. Piştî êrişê 10 kesên ku hatibûn girtin serbest mabûn.
Kujerê malbata Kurd Mehmet Altun ku piştî êrişê reviyabû, roja 4ê mehê hatibû girtin. Serdozgeriya Komarî ya Konyayê ragihandibû, di çarçova lêpirsîn û lêkolînên wan de bikujê bi navê Mehmet Altun li nêzikî gundê Uçpinarlar ê ser bi navçeya Bozkir ve li Konyayê ji aliyê hêzên emnî ve hatiye girtin.
Malbata Dedeogullari, beriya 30 salan ji Qersa Bakurê Kurdistaê çûbû Konyayê û heyama 15 sal bûn li navçeya Meram niştecî bûbûn û li gor gotina wan 15 sal in bi berdewamî ji aliyê nijadperestên Tirk ve, êrîş li wan dihat kirin.(AY)
*Çavkanî: Rûdaw, Ajansa Mezopotamya