Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Serdozgeriya Enqereyê lîsteya wan telefonên ku bikarhênerên wan bêyî îradeya xwe sepana ByLockê vekiriye eşkere kir.
Eşkere bû ku xebatkarê Cumhuriyetê, Emre Îperî bêyî îradeya xwe sepana navborî vekiriye. Li ser vê yekê Serdozgeriya Enqereyê piştî 267 rojan biryara serbestberdana xebatkarê rojnameya Cumhuriyetê, Emre Îperî da.
Serdozgeriyê bi şertê kontrola edlî Îper serbest berda û derketina derveyî Tirkiyeyê ji bo wî qedexe kir.
Îper di 7ê Nîsanê de hatibû desteserkirin û bi sûcê “endambûna FETO(Rêxistina Terorî ya Fethullahgir)” di 18ê Nîsanê de hatibû girtin.
Bylock | |
Sepaneka peywendîdanê ye ku di dema Hewildana Derbekirinê de eşkere bû ku endamên FETO(Rêxistina Terorî ya Fethûllahgir) bi wê sepanê bi hev re peywendî didanîn. |
(BK/MB)