Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Mehmet Sîncar, Parlamenterê Partiya Demokrasiyê(DEP) ji bo kuştinên faîlên wan nediyarin lêbikole di 4ê Îlonê de çûbû bajarê Êlihê û li wir hatibû qetilkirin. Doza têkildarî qetilkirina Sincarî duh li 6em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hatiye.
Cîhan Yildiz, endamê Hîzbûllah û tekane bersûcê kuştina Sîncar e tevlî danişînê nebûye.
Gelek parêzer, hevjîna Mehmet Sîncar, Cîhan Sîncar, Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, Cîgira Seroka Koma HDPê Meral Daniş Beştaş, parlamenterên HDPê Pero Dundar, Feleknas Ûca û Semra Guzel, Hevserokê HDPa Amedê Zeyyat Ceylan û nûnerên gelek rêxistinên sivîl tevlî danişînê bûne.
Li şûna lijneya dadgehê ya ku bi destûr bûye lijneyekî cuda û dozgerek din li danişînê mêze kirin. Şandeya dadgehê ya demkî daxwaz kiriye ku dema wan teng e û xwestiye têkildarî demborînê parastin were kirin. Heyetê diyar kiriye ku ger ji parêznameyên berê daxuyaniyên cuda hebin, ew dixwazin li wan guhdar bikin. Dozger diyar kiriye ku ew demkî li dosyeyê mêze dike û wî nikaribûye dosyeyê lêkolîn bike. Dozger ji bo lêkolîna dosyayê dem xwestiye.
Hevjîna Sîncar, Cîhan Sîncar di danişînê de axiviye û gotiye ew ji ber ku komîteyek dadgehê ya rastîn tune ye, ew ê tiştekî nebêjin û ew ê di danişîna biryarê de gotinên xwe bibêjin.
Dadgehê derbarê daxwaza ku giliyê Mehmet Agar û rayedarên wê serdemê de were kirin hukum ava nekiriye.
Di danişînê de parêzeran daxwaza girtina bersûc Cîhan Yildiz kiriye lê dadgehê daxwaza parêzeran qebûl nekiriye û danişîn taloqî 14ê Sibata 2022an kiriye.
(KO/AY)