Parlamenterê Partiya Demokasiyê (DEP) ê Mêrdînê Mehmet Sîncar di 4ê Îlona 1993an de hate qetilkirin. 14em danişîna dozê ku tetîkkêşê Hîzbullahê Cîhan Yildiz tê darizandin, li 6emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin.
Hevjîna Sîncar, Cîhan Sîncar, parêzer Mehdî Ozdemîr, Yakup Guven, Şaneşîn Aydin û Ferdî Çîçek di danişînê de amade bûn. Bersûc Yildiz jî bi rêya SEGBÎSê tev li danişînê bû.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê ji parêzerên malbata Sîncar, Ferdî Çîçek got ku di dozên girtiyên siyasî de demildest biryara girtinê tên dayin lê bersûcê cînayetê Yildiz negirtî tê darizandin.
Çîçek, bal kişand ser eleqeya doza Mehmet Sîncar a bi pêşketina demokrasiya Tirkiyeyê û wiha got: “Mirina Mehmet Sîncar divê tenê weke binpêkirina mafê jiyanê neyê nirxandin. Di heman demê de binpêkirineke giran a mafên mirovan e. Berpirsyartiya we heye ku hûn necezakirinê ji holê rakin û heqîqetê derxînin holê.”
Çîçek, xwest ku Yildiz bi awayekî girtî bê darizandin.
Şandeya dadgehê careke din daxwaza girtina Yildiz red kir û ji bo dozger nêrîna xwe amade bike danişîna dozê taloqî 17ê Hezîrana 2025an kir.