Darizandina 402 kesan ku ji wan 107 kes girtî ne û namzetê serokomariyê yê girtî yê CHP û Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê (IBB) Ekrem Îmamoglû jî di nav de ye îro dest pê kir. Gumanbar bi “gendeltiyê” tên tohmetbarkirin. 1em danişîna dozê li 40emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê tê lidarxistin. Dadgehê di doza IBBê de biryara valakirina salonê da.
Parlamenterên CHPê Gul Çiftçi, Mahmut Tanal, Ali Mahir Başarir, Parlamenter Suat Ozçelebi, Parlamenterê EMEPê Îskender Bayhan û Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer ku şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin, ji bo dozê bişopîne hatin salona dadgehê.
Dilek Îmamoglûyê beriya danişînê bi çapemeniyê re axivî û got, "Daxwaza me ya ji bo weşana zindî berdewam dike. Em dizanin çima nehatiye qebûlkirin. Ew bêsûc in."
Îdîaname ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê ve hatiye amadekirin û ji 3 hezar û 800 rûpelan pêk tê. Îdianame di 25ê Mijdara 2025an de ji aliyê dadgehê ve hatibû qebûlkirin.
Dozgerî di lêpirsîna gendeliyê ya li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (IBB) de ji bo Îmamoglu heta 2 hezar û 430 sal cezayê girtîgehê dixwaze û Îmamoglû bi tohmeta ku "serokê rêxistineke sûc" tê tawanbarkirin.
Di çarçoveya dozê de 402 kes wê bê darizandin. Ji wan 106 girtî ne, 107 kes jî bi şertê kontrola edlî serbest bûne. Her weha ji bo 7 kesan jî biryara zeftkirinê heye.
Sûcên ku tê îdiakirin
Gumanbar bi gelek sûcên cûrbecûr têne tawanbarkirin: Avakirin û rêvebirina rêxistina sûc, endametiya rêxistinê, alîkariya rêxistinê, bertîl, xapandina saziyên dewletê, sextekariya îhaleyan, şûştina pereyan û parvekirina neqanûnî ya daneyên kesane.
Di îdîanameyê de ji bo 143 çalakiyên cûda bi tevahî 196 sûcdariyên cuda hene.
Ji ber ku rêyên ku diçin kampusa Girtîgeha Marmarayê ku danişîna Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê dê lê were lidarxistin, hatine girtin, parêzer, rojnamevan, welatî û siyasetmedar ber bi salona dadgehê ve dimeşin.
Tê çaverekirin ku heftê çar rojan ku roja Duşem, Sêşem, Çarşem û Pêncşemê, heta dawiya meha Nîsanê dê danişîn li dar bikeve.
Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel, Parlamenterên CHPê Mahmut Tanal, Sezgîn Tanrikulu, Bulent Tezcan, Mustafa Sarigul, Evrim Rizvanoglu, Burhanettin Bulut, Umut Akdogan, Parlamenterê TÎPê Ahmet Şik û Seroka Giştî ya DÎSKê Arzu Çerkezoglû jî beşdarî danişînê bûn. Ozgur Ozel beriya ku bikeve salona dadgehê bersiv da pirsên rojnamevanan.
Piştre Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel, Serokê CHPê yê Bajarê Stenbolê Ozgur Çelîk û kesên pê re li salona dadgehê cihê xwe girtin.
Ekrem Îmamoglu dema ket salonê dengê çepikan bilind bû. Îmamoglu got, "Hûn pir xweşik in, pir bêhempa nin." Ji salonê kesekî qêriya û bang kir, "Em bi te serbilind in."

Danişînê dest pê kir. Serokê dadgehê ev agahî da:
"Di destpêkê de em ê bersûcên girtî guhdar bikin. Di heftê de çar rojan em ê darizandinê bidomîne. Ev ê bi qasî mehek û nîvek bidome. Celseya duyemîn dê bersûcên ku ne di girtî ne were guhdarkirin. Em ê kesî neçar nekin ku amade bibe.”
Di dema darizandina Ekrem Îmamoglû de li salona dadgehê alozî derket. Dema ku hin parêzerên li salona dadgehê dirûşmeya "Em darizandinek adil dixwazin" berz kirin, di navbera serokê dadgehê û Îmamoglû de nîqaşek devkî derket.
Îmamoglû di danişînê de destûr xwest ku biaxive, serokê dadgehê destûr nedayê.
Piştî nîqaşên li salona dadgehê, danişîn bi mijarên prosedurî berdewam kir.
Danişînê ji nû ve dest pê kir. Parêzer daxwazên xwe yên prosedurî rêz dikin. Parêzer Hasan Mehmet Demir diaxive.

Parêzer Fîkret Îlkiz got, "Em ne kesên ku nayên şêwirîn in; em parastin in, em parêzer in. (Wan daxwaza hevdîtinê kiribûn, lê panelê qebûl nekir). Çawa ku mafê rojnamevanan heye ku rapor bidin, mafê raya giştî jî heye ku nûçeyan bistîne. Rojnamevan biryar didin ka dê çend rojnamevan werin qebûlkirin. Hûn naxwazin kes li ser vê derê nizanibe. Binêrin, rojnamevan li dawiyê radiwestin. Bila em bibêjin ku em li gorî qanûnan tevnagerin, ez behsa biryara navberî ya hejmar deh ji danişîna ku we dest pê kir hema ku em gihîştin, hûn dibêjin hûn ê derfetek bidin me ku em biaxivin. Ev cara yekem e ku ez di dozek sûc a bi vî rengî de beşdar dibim. Em baweriya xwe bi dadgeha we naynin."






