Fotograf: Abdûrrahman Gok
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Kemal Kûrkût, xwendekarê zanîngehê û 23 salî bû di pîrozbahiya Newroza sala 2017an de li Amedê hatibû kuştin. Yekemin danişîna doza kuştina Kemal Kûrkûtî li 7emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ji nû ve pêk hatiye.
Li gorî nûçeya malpera Faîlî Bellî dadgehê biryar daye ku dosyeya lêpirsîna dîsîplînê ji Desteya Dîsîplînê ya Bajêr were xwestin, polîsên ku îfade dane ji nû ve werin guhdarkirin û her weha daxwazên girtina bersûc qebûl nekiriye.
Danişîn taloqî 15ê Îlonê kiriye.
Dadgeha Îstinafê: Kuştin “di çarçoveya qanûnî de” bûye
Dadgeha Îstînafê diyar kiribû ku di kuştina Kemal Kûrkûtî de ti sûc nikare li ser polîsê tohbetbar bê ferzkirin û kuştina wî "di çarçoveya hiqûqî de" hatiye kirin.
Daîreya Cezê ya Dadgeha Edliya Herêmî ya Amedê derbarê kuştina Kemal Kûrkûtî de biryara xwe aşkere kiribû. 7emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê di doza kuştinê de derbarê polîsê bersûc de biryara beraetê dabû. Îtiraza vê biryarê hatibû kirin û dosye çûbû Dadgeha Îstinafê.
Dadgeha Edliya Herêmî ya Amedê ji bo kuştina Kemal Kûrkûtî biryar dabû ku “mafê jiyanî yê wî nehatiye binpêkirin.” Kûrkûtî di Newroza sala 2017an de hatibû kuştin.
Tespîta îstinafê şaş e
Li gorî nûçeya Omer Çelîk ku li Ajansa Mezopotamyayê weşîyaye Dr. Tîmûçîn Koprulu, dosyaya dozê û lêpirsîna derbarê bûyerê de raporek amade kiriye. Dr. Kopruluyî aniye ziman ku tespîta “polîs fermana hatiye dayîn pêk anîye” ku Daîreya 1emîn a kiriye sedema xerakirina biryarê şaş e. Dr. Kopruluyî daye zanîn ku ji bo ku polîs fermana amîr pêk bîne, divê berî her tiştî emîrek hebe û di raporê de weha gotiye: “Li gorî îfadeya amîrên berpirsiyar û li gorî şahidên bûyerê, tu fermana ku polîs çekê bikar bîne û gule bavêje tune ye. Dijberî vê yekê du komiser ji bo talûkeya bedenî çênebe hişyariyê dike.”
Çi bibû?Kemal Kurkut ê 23 salî û ji Adiyamanê xwendekarê Beşa Muzîkê ya Fakulteya Huneran a Zanîngeha Înonuyê bû. Di 21ê Adarê de di dema Newroza Amedê de di xala kontrolê de ya polîsan a li ser Kolana Evrim Alataş a li nêzîkî Park a Newrozê rastî gulebarana polîsan hat. Heta ku rakirin nexweşxaneyê Kurkut mir. Walîtiya Amedê diyar kir ku di destê Kurkut de kêr hebû û “gumana xwekujiyê li ser wî hebû” û herwiha derbarê bûyerê de lêpirsîn dane destpêkirin. Bixwîne - Di lêpirsîna kuştina Kemal Kurkut de biryara veşarîtiyê hat standin Paşê dihaberê hin fotograf bi raya giştî re parve kir ku di dema bûyerê de hatibûn kişandin. Di van fotografan de tê dîtin ku di destê Kurkut de kêr heye û jora laşê wî bê cil e. Kurkut ê ku bi polîsan re nîqaşan dike dest bi bazdanê dike û polîs guleyan bera hewayê dide. dihaberê nivîsand ku fermandarekî polîsan gotiye “gule bernedin” lê digel vê jî gule bera Kurkut hatiye dayin. Walî Amedê Huseyîn Aksoy ji bo lêpirsîna kuştinê de got ku zanyariyên polîsan û dîmen tiştên cuda dibêjin û hewce bike ew ê biryarên weke jikardûrxistinê jî bistînin. Paşê du polîs ji hêla Walîtiyê ve jikar hatin dûrxistin û li ser daxwaza dozgeriyê biryara qedexeya weşanê hat standin. |
(AS/AY)