4emîn danişîna doza Mûsa O., çawişê pisporê ku li Qubînê, navçeya Êlihê tecawiz li İpek E.ya 18 salî kiribû û bûbû sedema xwekuştina wê, destpêkiriye.
4emîn danişîna doza Mûsa O., çawişê pisporê ku li Qubînê, navçeya Êlihê tecawiz li İpek E.ya 18 salî kiribû û bûbû sedema xwekuştina wê, duh pêk hatibû. Musa O. bi sûcê ku “êrişa zayendî ya biwesf” kiriye tê dadgeh kirin.
Malbata Erê û parêzerên malbatê, parêzer û endamên baroyên Amed, Sêrt, parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Berdevka Meclîsa Jinan a HDPê Ayşe Acar Başaran û Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz a qeyûm danîne şûna wê beşdarî dozê bûne.
4em danişîna dozê li 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê pêk hatiye.
Polîsan derdor û hundirê edliyeyê dorpêç kirine û rojnamegerên ku xwestine dozê bişopînin asteng kirine.
Di danişînê de piştî parastina parêzeran dozger nirxandinên xwe pêşkeşî lijneya dadgehê kiriye. Dozger xwestiye ku Musa O. li gorî xala 102/1ê ya Qanûna Cezê ya Tirkan ya bi hejmar 5237ê ve bi tohmeta ku “êrişa zayendî” kiriye, were cezakirin. Lijneya dadgehê daxwaza dozgerî qebûl nekiriye.
Lijneya dadgehê tevahî daxwazên parêzeran red kiriye û danişîn taloqî 3ê Kanûna Paşiyê kiriye.
Çi bûbû?
Li navçeya Qubînê ya Êlihê, Î. E.ya 18 salî ya di 16ê Tîrmeha 2020an de hewl dabû xwe bikuje. Î. E. yê paşê aşkere kiribû ku Mûsa O. çawişê pispor tecawiz li wê kiriye. Î. E. ya ku li nexweşxaneyê dihate dermankirin, îro can daye.
Î. E. piştî ku xwestibû xwe bikuje û ew li nexweşxaneyê dihate dermankirin, malbata wê nameya wê dîtibû. Î. E. yê di nameya xwe de gotibû ku çawişê pispor Mûsa O.yî tecawiz lê kiriye.
Malbata Î. E. yê giliyê çawişê pispor kiribû û Mûsa O. heman rojê hatibû desteserkirin. Çawişê pispor di îfadeya xwe de ew tohmet qebûl nekiribûn.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Rapora Tipa Edlî aşkere kiribû ku Mûsa O. yî tecawizî Î. E. yê kiriye. Di encama vê rewşê de Mûsa O. yî îdia kiribû ku dema ew û Î. E. li Sêrtê hatine ba hev ew serxweş bûye.
Biryara “nepenîtiyê” ji bo dosyaya lêpirsînê hatibû dayîn. Çawişê pispor bi tohmeta ku “istismara zayendî ya xurt” kiriye şandibûn ber destê heyeda Dadweriya Silh û Cezayan a Nobedar a Sêrtê lê li vir bi şertê kontrola edlî serbest bûbû.
Malbata Î. E. yê ji bo alîkariya hiqûqî serî li Komeleya Mafên Mirovan a Êlihê dabûn.(AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamya