Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Sêrtê Mûsa O., çawişê pispor êrişa zayendî li Îpek Erê kiribû û bibû sedema xwekuştina Erê. Mûsa O. bi tohmeta ku “êrişa bi wesif a zayendî” kiriye doz lê hatibû vekirin. Danişîna duyem a dozê li 1em Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê pêk hatiye.
Malbata Îpek Erê, Şahîd Sadûllah Kars, parêzerên endam yên Baroya Elihê û Sêrtê, şaxên Êlih û Sêrtê yên Komeleya Mafên Mirovan(İHD) û endamên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz(OHD) tevlî danişînê bûne.
Li gorî nûçeya JinNewsê tohmetbar Mûsa O. û parêzerên wî li Enqereyê bi Sîstema Deng û Dîmenî(SEGBİS) tevlî danişînê bûne û Musa O. mafê xwe yê bersivnedanê bikaraniye.
“Dixwazim were girtin”
Dayika Îpekê, Hîkmet Kilinçê jî destnîşan kiriye ku ne heqê Mûsa Orhan e ku keça wê binax kiriye û ew jî li derve digere û gotiye: “Çawa bi mehan e ku ez diqehirim, bi vî awayî dixwazim Mûsa Orhan were girtin. Taksîvanê ku bi Mûsa Orhan re hatiye kî be dixwazim ew jî were dadkirin. Ez heqê xwe helal nakim.”
Parêzeran daxwaza girtina Musa O. kirine
Parêzerên malbata Îpek Erê diyar kirine ku li gorî îfadeya şahîd daye Mûsa Orhan sûc kiriye û xwestin Mûsa Orhan demildest were girtin.
Dozger daxwaza parêzeran red kiriye û xwestiye kêmasiyên di dosyeyê de were temamkirin.
Parêzerê tohmetbar jî îdia kiriye ku miwekîlê wî sûc nekiriye û daxwaza girtina wî were redkirin.
Dadgehê daxwaza parêzerên malbata Îpekê red kiriye û ji bo guhdariya şahidên din jî danişîn taloqî 1ê Hezîranê kiriye.
Çi bûbû?
Li navçeya Qubînê ya Êlihê, Î. E.ya 18 salî ya di 16ê Tîrmeha 2020an de hewl dabû xwe bikuje. Î. E. yê paşê aşkere kiribû ku Mûsa O. çawişê pispor tecawiz li wê kiriye. Î. E. ya ku li nexweşxaneyê dihate dermankirin, îro can daye.
Î. E. piştî ku xwestibû xwe bikuje û ew li nexweşxaneyê dihate dermankirin, malbata wê nameya wê dîtibû. Î. E. yê di nameya xwe de gotibû ku çawişê pispor Mûsa O.yî tecawiz lê kiriye.
Malbata Î. E. yê giliyê çawişê pispor kiribû û Mûsa O. heman rojê hatibû desteserkirin. Çawişê pispor di îfadeya xwe de ew tohmet qebûl nekiribûn.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Rapora Tipa Edlî aşkere kiribû ku Mûsa O. yî tecawizî Î. E. yê kiriye. Di encama vê rewşê de Mûsa O. yî îdia kiribû ku dema ew û Î. E. li Sêrtê hatine ba hev ew serxweş bûye.
Biryara “nepenîtiyê” ji bo dosyaya lêpirsînê hatibû dayîn. Çawişê pispor bi tohmeta ku “istismara zayendî ya xurt” kiriye şandibûn ber destê heyeda Dadweriya Silh û Cezayan a Nobedar a Sêrtê lê li vir bi şertê kontrola edlî serbest bûbû.
Malbata Î. E. yê ji bo alîkariya hiqûqî serî li Komeleya Mafên Mirovan a Êlihê dabûn.(EMK/AY)