Fotograf: MA
Dadgehkirina Mehmet Emîn Ozkan, girtiyê nexweş ê 83 salî li 7em Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê dewam kiriye. Ozkan di doza kuştina Bahtiyar Aydin, Fermandarê Herêmê yê Cendermeyan ê Amedê girtî de girtî ye û tê dadgehkirin. Aydin di 22yê Çiriya Pêşiyê ya 1993yê li Licê, navçeya Amedê hatibû kuştin. Ozkan bi îdiaya ku tiliya wî di kuştina Aydinê de heye hatibû girtin û cezayê miebetê lê birîbûn.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Ozkan ji ber rewşa wî ya tenduristiyê beşdarî danişîna dadgehê nebûye. Parêzerên Ozkanî li dadgehê behsa rewşa Ozkanî kirine û gotine ku ev şeş sal in Ozkan ji nû ve tê dadgehkirin, lê digel nexweşê giran e biryara sekinandina cezayê wî nadin.
Parêzeran daxwaz kirine ku bila pêkanîna cezayê Ozkanî were sekinandin û wî tehliye bikikin.
Heyeta dadgehê ev daxwaz qebûl nekiriye. Heyetê gotiye ku Doza Licê ya li 1em Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê dewam dike û ji ber wê divê Ozkan girtî bimîne. Dadgehkirin wê 6ê Gulanê dewam bike. (FD)