Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li taxa Dîcleyê ya navçeya Nisêbîna Mêrdînê di 31ê Kanûna 2022an de 4 polîsên tîmên taybet bi hinceta ku B.K. (16) û Huseyîn G. (18) ên cilên netewî li xwe kiribûn, li wan dabûn. Piştî dîmenên polîsan hatin belavkirin, derbarê polîsên tîmên taybet Alî A., Fatîh Ş., Naîm K. û Mûrat Y. de doz hate vekirin.
Danişîna biryarê ya doza derbarê 4 polîsan de ku bi tohmeta “wezîfeya xwe xerap bikaraniye û bi sîlehê bisivik birîndar kiriye(TCK 86/3)” hatibû vekirin duh li Dadgeha Cezê û Esliyeyê ya Nisêbînê pêk hatiye.
Polîsên bersûc tev li danişînê nebûne, parêzerên mexdûr û bersûcan li danişînê amade bûne. Dozger, derbarê polîsan de ji sûcê “wezîfedarê cemaweriyê ku xwedî wê bandorê ye, xerab bikar aniye û bi sîlehê birîndarkirina hesan” ceza xwestiye.
Parêzerên li ser navê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Komîsyona Mafên Mirovan a Baroya Mêrdînê doz şopandine bal kişandine ku sûc “birîndarkirina hesan nîne” , sûcê “îşkence, nefret û cihekariyê” ye. Parêzeran xwestiye ku dadgeh biryara bêpeywîriyê bide û dosyayê bişîne dadgeha cezaya giran û bersûc bên girtin.
Dadgehê 18 hezar lire kiriye 20 teqsît
Dadgehê daxwaza parêzeran qebûl nekiriye û derbarê polîsan de ji sûcê “wezîfedarê cemaweriyê ku xwedî wê bandorê ye, xerab bikar aniye û bi sîlehê birîndarkirina hesan” ceza birîye.
Dadgehê ewilî ji her polîsên bersûc re 385 roj cezayê girtîgehê birîye û pişt re ev ceza veguherandiye cezayê pere. Dadgehê cezayê pere jî weke 18 hezar lîre diyar kiriye. Her weha dadgehê piştre biryara dabeşkirina 18 hezar lireyî daye û kiriye 20 teqsît û ceza taloq kiriye.(HA/AY)