Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşarî ya li ber Edliyeya Rihayê di roja xwe ya 808an de dewam kiriye.
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, pasevan û xizmên parlamenterê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Îbharîm Halîl Yildizî di 14ê Hezîrana 2018ê de êrîşî malbata Şenyaşarî kiribûn. Di encamê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarî hatibûn kuştin.
Emîne Şenyaşar ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê, Nobeta Edaletê li Pirsûsê li mala xwe domandiye.
Ji ber axaftina Emîne Şenyaşara di roja 518emîn a çalakiyê de (9ê Tebaxa 2022’yan), bi îdiaya ku “Heqaret li karmendê dewletê kiriye” doz hatibû vekirin. Duyemîn danişîna dozê li 5emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê hate lidarxistin. Parêzerên Şenyaşarê Meral Halat, Ayşe Şehrîban Demîrel, Muslum Saraçoglû tev li danişînê bûne.
Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kiriye. Parêzeran, pêvajoya Nobeta Edaletê ku piştî komkujiyê hatibû destpêkirin bi bîr xistine û diyar kirine ku di vê pêvajoyê de malbat rastî gelek astengkirin û lêpirsînan hatiye.
Her weha parêzeran, destnîşan kirine ku rewşa delîlan a lêpirsînê têr nake ku ceza were dayîn û bal kişandine ser biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yên têkildarî azadiya fikr, raman û xweîfadekirinê.
Piştî parastinan, dadgehê bi îdiaya ku “heqaret li karmendên dewletê kiriye” 8 hezar TL cezayê pereyan li Şenyaşarê biriye û biryar taloq kiriye.
Bixwîne-Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar hatine desteserkirin
Bixwîne-Emîne Şenyaşar hatiye desteserkirin
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû.
Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû. (AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê