Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Di 12ê Kanûna Paşiyê ya 2016ê de hin êrîşkaran li meyadana Sûltanahmetê bi teqemeniyan êrîş kiribû. Di êrîşê de 12 welatiyên Almanyayê miribûn û 16 kes birîndar bûbûn. Ji bo sê bersûcan cezayê mûebeda giran hat dayin. Hersê sûcdaran li ser hev 329 sal cezayê girtinê standin.
Li Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê 26 bersûc hatin dadkirin. Ji bo hersê sûcdarên bi navê Atala El Hasan El Mayyuf, Fevzi Muhammed Ali û Halil Derviş bi sûcên “teşebisa li tinekirina pêkûpêkiya bi Qanûna Bingehîn” ceza hatiye dayin.
Dadgehê bi sûcê “endambûna rêxistina terorî ya çekdar” 6 sal û 3 meh cezayê girtinê da Abdulrehman Faaiz Rashid Rashidi.
Çar bersûc firarî ne. Dadgehê ji bo 18 bersûcan biryara beraetkirinê da.
Çi bûbû?
Di 12ê Kanûna Paşiyê ya 2016ê de, welatiyekê Siûdiya Erebistanê yê bi navê Nabil Fadli bombeya bi xwe ve girê dayî teqandiye.
12 welatiyên Almanyayê yên bi navê: Marianne Faber, Adolf Jurgen Glorius, Birgit Glorius, Rüdiger Karl Faber, Steffen Höppner, Rudolf Krollman, Karin Erika Franke-Dütz, Gernot Eike Mildner, Gerhard Günther Höppner, Hiltrud Krollman, Rudiger Becker miribûn.(AS/MB)