Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
3yemîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliyeyê ya Herêmî ya Dîlokê 3 sal û mehek û 15 roj cezayê girtîgehê yê rojnameger Îsmaîl Eskînî pesen kir ku ceza ji hêla 4emîn Cezayê Giran a Amedê ve hatibû dayîn.
Ji ber parvekirinên wî yên medyaya civakî li Eskînî doza “propagandeya rêxistinê” hatibû vekirin û heta 5 salan cezayê girtîgehê ji wî re dihat xwestin.
Eskîn di daneşîna biryarê ya di 16ê Adarê de gotibû ku parvekirinên wî di çarçoveya azadiya xweîfadekirinê ye ku derbarê qedexeya derketina derve yên li Amedê û êrîşên DAIŞê yên li ser Kobanê de bûn.
Dadgehê 3 sal û mehek û 15 roj cezayê girtîgehê dabû Eskînî û ceza paşve xistibû.
Eskîn di sala 2009ê de dema nûçegîhanê DİHAyê bû bûyerên protestokirina şert û mercên li ser Ocalanî şopandibû û paşê bi îdiaya ku “endamê rêxistinê” ye hatibû girtin û di Gulana 2010an de hatibû berdan. (EA/FD)