Fotograf: MLSA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Heyeta Dadgehê, rojnameger Abdûrrahman Gok bi sal û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê ceza kiriye. Gokî di li Amedê di Newrozê de fotografên dema kuştina Kemal Kûrkûtî girtibûn.
Gok îro li Dadgeha 5ê a Cezayê Giran a Amedê bi tohmeta ku “endamê rêxistinê ye” û “propagandaya rêxistinê kiriye” cara şeşan derketiye pêş heyeta dadgehê.
Di danişîna 31ê Adarê de dozgerî xwestibû ku Gok ji ber tohmeta “endamtiya rêxistinê” beraet bike, lê ji ber tohmeta “propagandaya rêxistinê” bê cezakirin. Gokî îro paraznameya xwe pêşkêş kiriye.
“Piştî heşt salan ji ber rojnamegeriyê ez têm dadgehkirin”
Gokî di paraznameya xwe de gotiye: “Ger min li bin fotografên bûne mijara tawanan, li şûna Kobanê Libya, El bab, Idlib, Lazkiye, Azerbaycan binivîsa, gelo wê dozgerî dîsa îdia bikira ku min ‘propagandaya rêxistinê kiriye’.”
Gokî her weha diyar kiriye ku wî karê rojnamegeriyê kiriye û ji ber karê rojnamegeriyê kiriye, piştî 8 salan tê dadgehkirin, dixwazin wî ceza bikin. Paraznameya Gokî bi van gotinan dewam kiriye:
“Ji îdiayan jî tê famkirin ku tiştê tê dadgehkirin rojnamegeriya min e. Sedema esasî ya tohmetkirina min ew e ku min di 21ê Adara 2017ê de li Amedê, li qada Newrozê fotografên kêliya kuştina Kemal Kûrkûtî ya ji hêla polîsan ve girtine.
“Min fotografên Kemal Kûrkût girtin ku digotin ‘ew xwekuj e’ û min rastî derxis holê. Hêzên asayişê û paşê jî dozgerî ji ber vê, dixwazin tolê ji min hilînin.”
Heyetê ew ceza kiriye
Piştî pêşkêşkirina paraznameyan heyeta dadgehê navberek daye dadgehkirin û piştî navberê jî biryara xwe aşkere kiriye. Li gorî vê biryarê, Gokî ji ber tohmeta “endamtiya rêxistinê” beraet kiriye lê ji ber tohmeta “propagandaya rêxistinê” bi sal û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê hatiye cezakirin. Heyeta dadgehê cezayê Gokî taloq nekiriye.
Çi bûbû?
Abdûrrahman Gokî, roja 21ê Adara 2017ê li Newroza Amedê, fotografên kuştina xwendekarê zanîngehê, Kemal Kûrkûtî girtibû ku polîsan ew kuştibû.
Gok piştî bûyerê bi 8 rojan, di 29ê Adarê de, tevî parêzerê xwe çibû Edliyeya Amedê û îfade dabû Dozgerê Komarî yê ku lêpirsîn birêve dibir. Li ser daxwaza dozgerî, 26 fotografên ku di dema bûyerê de girtibûn, radestî dozgerî kiribû.
Piştî vê bûyerê bi çend hefteyan, di 20ê Adara 2017ê de polîsan girtibûn ser mala Gokî ya li Rezana Amedê. Gok ne li malê bû û polîsan di encama lêgerînê de dest danîbûn ser çar pirtûk, kovarekê û 2 telefonên ku yên Gokî bûn lê bikar nedianîn.
Paşê jî ji ber axavtinên wî yên bi rêya telefonan ên bi çavkaniyên wî yên nûçeyan re, mesajên wî yên li ser medyaya civakî û nûçeyên ku wî çêkirine, bi tohmeta “endamê rêxistinê ye” û “propagandaya rêxistinê kiriye” doz lê hatibû vekirin. Dozgerî xwestibû ku bila ji 7 salan heta 20 salan bi cezayê girtîgehê were cezakirin.
Di danişîna pêncan de dozgerî nêrîna xwe aşkere kiribû û gotibû ku ti delîlên berbiçav û pêbawer ji bo tohmeta “endamtiya rêxistina terorê ya çekdar” nîne û ji ber wê bila beraet bike.
Lê ji ber mesajên wî yên li ser hesabên wî yên medyaya civakî, xwestibû ku ew bi tohmeta “rêze-propagandaya rêxistinê kiriye” were cezakirin.
Gok bi wan fotografân, Xelata Taybet a Jûriyê ya Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepeyî wergirtibû. (HA/FD)