Dadgehê Ceza li rojnameger Oznûr Degerê birî
Dadgehê 3 sal û 4 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li rojnameger Oznûr Degerê birî.
Danişîna doza Midûra Nûçeyan a JINNEWSê Oznûr Degerê ku biîdiaya “rêzepropagandaya rêxistinê kiriye” tê darizandin, li 2yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hat lidarxistin.
Oznûr Deger û parêzerên wê tev li danişînê nebûn. Di danişînê de ewraq hatin xwendin, dozgeriyê mutalaaya xwe aşkera kir û daxwaza cezayê hefsê kir.
Dadgehê jî bi heman îdiayê 3 sal û 4 meh û 15 roj (3 sal 4 meh 15 roj) cezayê hefsê li Oznûr Degerê bîrî.
Rojnameger Oznûr Deger hat girtin
7 Sibat 2025
(AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.