TUNDKARİYA MÊRAN-DOZA SÎBEL Y.YÊ
Dadgehê biryara zeftkirina 3 kesan daye
![Dadgehê biryara zeftkirina 3 kesan daye](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/242/519/original/teca1_-_Kopya.jpeg)
Fotograf: Bîrcan Degîrmencî
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Yek jê Mûtlû E. ku girtiye 4 kes li Mîlasa Muglayê li ser navê şîrketeke taybet hevdîtinên kar yên sexte organîze kirine. Jinên ku hatine hevdîtina kar, karkeriya sekse lê hatiye ferzkirin. Danişîna doza wan kesan îro li 1em Dadgeha Cezayê Giran a Bodrûmê pêk hat.
Sîbel Y. ku ji aliye çeteyê ve karkeriya seksê lê hatibû ferzkirin, parêzera wê Eren Keskîn û mafparêzên jinan tevlî danişînê bûne. Her weha tohmetbar Mûtlû E. bi Sîstema Deng û Dîmenî(SEGBÎS) beşdarî danişînê bûye.
Dadgehê daxwaza tehliyeyê ya tohmetbar qebûl nekir
Di destpêkê de Mûtlû E. parastina xwe kir, sûcên ku li ser qebûl nekir û daxwaza tehliyeyê kir. Parêzerê Mûtlû E.yî ji dadgehê daxwaza raporê kiriye ku bê ka tenduristiya hişî ya Sibel Y.yê baş e an na. Lê dadgehê daxwaza parêzer qebûl nekir.
Piştre Sîbel Y.yê bi berfirehî behsa tiştên ku rûbirû maye kir. Parêzera wê Eren Keskînê jî delîlên têkildarî bûyerê pêşkeşî dadgehê kir.
Piştî navberê dadgehê derbarê tohmetbarên ku negirtî ne Alî L., Pinar G., û Ayşe G.yê de biryara zeftkirinê da û derbarê Mûtlû E.yê ku girtiye jî de biryara girtîmayînê da.
Eren Keskîn, parêzera Sîbelê piştî danişînê weha got, “Têkoşîna Sibelê ji bo me hemûyan bû mînak. Hewl da jiyana jinên din jî rizgar bike. Em ê weke jin di 22ê Hezîranê de jî li vir bin û piştgiriyê bidin Sîbelê.”
Çi bûbû ?
Li gor zanyariyên ku di 17ê Çiriya Paşiya 2020an de di nûçeyên bîanetê de hatibû belavkirin, Mêrê bi navê Mûtlû E. li Mîlas, navçeya Mûglayê dijî 9 meh berê bi hinceta hevdîtina kar Sîbel Y. revandibû û îşkence pê kiribû. Her weha karkeriya sekse lê ferz kiribû û êrişa zayendî jî pêkanîbû.
(EMK/AY)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN HEZÎRAN 2024
Mêran di Hezîranê de 34 jin kuştin
![Mêran di Hezîranê de 34 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/07/02/erkekler-haziranda-34-kadini-oldurdu.jpg)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN GULAN 2024
Mêran di Gulanê de 40 jin kuştin
![Mêran di Gulanê de 40 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/06/06/men-killed-40-women-in-may.jpg)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN NÎSAN 2024
Mêran di Nîsanê de 24 jin kuştin
![Mêran di Nîsanê de 24 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/05/07/erkekler-nisanda-30-kadini-oldurdu.jpg)
Polîsan gaz û guleyên plastîk li karkeran reşand: Komîteya Amadekar çalakî bi dawî kir
![Polîsan gaz û guleyên plastîk li karkeran reşand: Komîteya Amadekar çalakî bi dawî kir](https://static.bianet.org/haber/2024/05/01/emek-meslek-orgutleri-sarachane-den-taksim-meydani-na-yuruyecek.jpg)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN ADAR 2024
Mêran di Adarê de 24 jin kuştin
![Mêran di Adarê de 24 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/04/03/erkekler-martta-24-kadini-oldurdu.jpg)