Fîlmê derhêner Ozkan Kuçuk ê bi navê "Rojbash" wê biketa vîzyonê lê Wezareta Çand û Geştiyariyê destûr nedabû û qedexe danî ser fîlmê. Li ser vê yekê MLSA'yê (Komeleya Xebatên Hiqûq û Çapemeniyê) dijî vê yekê doz vekiribû û niha doz bi dawî bû; qedexeya li ser fîlm rabû.
MLSA'yê li ser vê yekê agahî da û got ku Wezareta Çand û Geştiyariyê bi biryara "ne li gor belavkirina bazirganî û nîşandayînê ye" bi awayekî fiîlî qedexe danîbû ser fîlmê. Li ser fîlmê kurdî Rojbash niha 3emîn Dadgeha Îdarî ya Enqereyê biryar da û got ku ev qedexe dijî hiqûqê ye."
MLSAyê ev biryara erênî nirxand û got, "Ev biryara hatiye dayîn di warê sînemayê de, ji aliyê azadiya ramanê ve dikare wekî mînak bê nîşandayîn."
Çîroka 'Rojbash'ê
Derhêner Ozkan Kuçuk li ser lîstikvanên şanoyê yên NCMê (Navenda Çanda Mezepotamyayê) ev fîlmê xwe sazkiribû. Lîstikvanên NÇM'ê di salên 90'î de bi hema navî lîstikek şanoyê lîstibûn û gelek bal kişandibû.
Derhêner Kuçuk piştî 30 salan ew lîstikvan carek din anîn ba hev û salên 90'î û niha anî ba hev. Fîlmê ku li hin festîvalan hatibû nîşandayîn, ji bo bikeve vîzyonê serîlêdan kiribû, lê rastî qedexeyê hatibû. Piştî vê biryarê fîlmê dê bikaribe bikeve vîzyonê û li her derê bê nîşandayîn.
(AY)
*Çavkanî: Diyarname

