Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Derhêner Kazim Ozê ku bi tohmeta “endantiya rêxistinê” dihate dadgehkirin, ji bo cara duyem derketiye pêşberî heyeta 2yem Dadgeha Cezayê Giran a Dêrsimê. Oz û parêzerî wî û rayedarên Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) ya Tirkiyeyê jî beşdarî dadgehkirinê bûne.
Beşdarbûna Akademediya Siyasetê ya Partiya Aştî û Demokrasî (BDP), beşdariya li çalakiyên berxwedana Geziyê û hin axavtinên wî yên bi rêya telefonê weke delîl nîşan hatiye dayîn.
Dozgerî daxwaz kiriye ku ceza lê bê birîn
Dozgerî nêrîna xwe aniye ziman û Oz bi “endamtiya rêxistinê” tohmet kiriye. Dîsa xwestiye ku were cezakirin. Parêzerên Ozî li dij vê daxwazê derketine û xwestine biryara kontrola edlî bê rakirin. Dadgehê ve daxwaz qebûl kiriye û biryar daye ku dadgehkirin di 28ê nîsanê de berdewam bike.
Ji bo Ozî ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.
Çi bûbû?
Li gor îdianameyê Oz bi beşdarbûna şîna Fidan Doğan, Leyla Söylemez û Sakine Cansızê, Akademîya DBPyê ya sîyasetê û Berxwedana Gezîyê tê sûcdarkirin.
Kazim Ozî ji bianetê re got ew ji xwe beşdarî akademîya DBPyê nebûye. Lê bi wan delîyan ew bi “endambûna rêxistina çekdar a terorî” tê sûcdarkirin.
Dozger dixwaze Kazim Oz di navbera 7 sal û şeş mehan û 15 salan de cezayê girtinê bistîne. Derhênerî diyar kiriye ku çalakîya Gezîyê çalakîyeka meşrû bûye û nîvê welatîyan beşdar bûne.
Wî eşkere kirine ku hemî hêcet amûrek in ku mixalifan pê tepeser bikin.
Hêjayê gotinê ye ku bi biryara Dozgerîya Amedê 24ê Çiriya Paşiyê(meha 11.) Kazim Oz hatibû desteserkirin. Piştî du rojan bi şertê kontrola edlî serbest hatibû berdan. (AO/FD)