Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Polîsan li Wanê Selman Keleşê rojnameger desteser kiribû. Dadgehê bi “gumana endambûna rêxistinê” biryara girtina wî da. Xebatkarê şaredariya Îpekyolûyê, Arîf Aslan jî hat girtin.
Li gor nûçeya dihaberê xebatkarê Şaredariya Îpekyolûyê Arîf Aslan û nûçegihanê Selman Keleş li dora şaredariyê dîmen digirtin. Di dema wan dîmen digirtin de polîsan ew desteser kiriye.
Keleş û Aslanî li Emniyetê îfade dane û paşê ji bo dadgehê hatine şandin. Dadgehê biryara girtina wan da.
Li gor Rapora Çavdêriya li Medyayê ya biayê ku di Kanûna Pêşiyê ya 2016ê de hatiye weşandin, 131 rojnameger di girtîgehê de ne. (NV/MB)