13emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê, piştî biryara Daireya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya di 25ê Tebaxa 2026an de, serlêdana parêzerên Osman Kavala ya ji bo tehliye û ji nû ve darizandinê red kir.
Li gorî nûçeya Alican Uludag ku li DW Tirkî weşiya ye, Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di nêrîna ku li ser daxwaza dadgehê şandî de diyar kir ku Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) hîn biryara xwe ya li ser Kavala nedaye û rêyên hiqûqa navxweyî bi dawî nebûne; ji ber vê yekê daxwaz kir ku serlêdan bê redkirin.
Dadgehê jî daxwazên parêzerên Kavala yên wekî rawestandina înfazê, tehliyeya miwekîlê wan û pêkanîna darizandina ji nû ve red kir. Ligel vê yekê, biryar da ku înfaza biryara di 25ê Nîsana 2022an de hatiye dayîn berdewam bike.
Dadgeh Stenbolê: DMME ne dadgeheke temyîzê ye
Dadgehê di biryara xwe de îda kir ku berî serlêdana li DMMEyê divê rêyên hiqûqa navxweyî bên pêkanîn. Li gorî prensîbên giştî yên di hiqûqa navneteweyî de hatine qebûlkirin diyar kir ku divê serlêder pêşî serî li meqamên darazê yên neteweyî bidin û rêyên hiqûqî yên heyî bi kar bînin.
Dadgehê di biryarê de diyar kir ku ji bo serlêdana DMMEyê divê mercê serlêdana hiqûqa navxweyî li ber meqamê erkedar û rayedar bê kirin û wiha got: “Di biryara ku bûye mijara dosyaya Dadgeha me de tê dîtin ku berî pêkanîna mercê qedandina rêyên hiqûqa navxweyî biryar hatiye dayîn.”
Li dijî biryarê, piştî teblîxkirina biryara bi hincet di nav du hefteyan de îtiraz dikare li 14emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê were kirin.
(HA/AY)







