* Xêz: Zulal
Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Di duyem daneşîna doza Rojnameya Cumhuriyetê de heyeta 27emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê biryara xwe ya demkî aşkere kir ku di dozê de 6 jê girtî 20 bersûc tên dadgehkirin.
BIXWÎNE - Dadgehê weke şahid li heşt xebatkarên Cumhuriyetê guhdarî kir
Dozgerî di nêrîna xwe de diyar kiribû ku “Tiştekî ku em li ser gotinên şahidan zêde bikin nîne. Em daxwaz dikin ku kêmasiyên di biryara demê de bên temamkirin. Kontrola edlî wê têrê neke” û xwestibû ku bersûc girtî bên darizandin. Parêzer li hemberî vê daxwazê derketibûn û xwestibûn ku biryara serbestiyê bê dayin.
Daneşîna sêyem wê di 25ê Îlonê de lidar bikeve û di vê daneşîne de wê dadgeh li 3 şahidên din guhdar bike.
Çi bûbû?
Nivîskar û rêveberên Rojnameya Cumhuriyetê bi îdiaya "Digel ku ne endamên rêxistinên PKK/KCK û FETO/PDYyê ne lê li ser navê rêxistinê sûc kirine" hatin sûcdarkirin.
BIXWÎNE: Nûçeyên Doza Cumhuriyetê
Daneşîna pêşiyê ya dozê di 24ê Tîrmehê de li 27emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Daneşîn 5 rojan berdawam kir û dadgeh biryara serbestiya Guray Oz, Musa Kart, Bulent Utku, Hakan Kara, Onder Çelik, Mustafa Kemal Gungor û Turhan Guneyî da. Murat Sabuncu, Akin Atalay, Kadri Gursel, Ahmet Şik û Ahmet Kemal Aydogdu hîn jî girtî ne.
Doza xebatkarê muhasebeya rojnameyê Emre Îper di 10ê Tebaxê de xistin nav doza esasî ya rojnameyê. Daneşîna bê wê di 11yê Îlonê de li Silivriyê birêve biçe. (EA/BK/FD)