Fotograf: Rojnameya Evrenselê
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgehê biryar daye ku Kazim Oz, derhênerê filmên Bahoz û Zerê beraet bike. Bi tohmeta ku “endamê rêxistina terorê ya çekdar e” di navbera 7 salan û 15 salan cezayê girtîgehê ji bo Ozî dihate xwestin.
Oz duh (1ê Îlonê) li 2yem Dadgeha Cezayê Giran a Dêrsimê cara sêyem hatiye dadgehkirin. Heyeta dadgehê ji ber ku delîl têra cezakirina wî nake biryara beraeta Kazim Ozî daye.
Di civîna dadgehê ya 4ê Sibata 2020an de heyeta dadgehê biryara rakirina kontrola edlî dabû ku nêzîkî salekê berdewam dikir. Di heman civînê de dadgehê gotibû ew ê dadgehkirinê di 28ê Nîsana 2020an de dewam bikin lê ji ber belavbûna vîrusê heyet neciviya bû û dadgehkirin taloqî 1ê Îlona 2020an kiribûn.
Çi bûbû?
Ji ber lêpirsîneke ku Serdozgeriya Komarî ya Amedê, Kazim Oz di 24ê Çiriya Paşiyê ya 2018an de li Pêrtaga Dêrsimê hatibû desteserkirin. Ew biribûn Amedê. Du rojan desteserkirî mabû û piştî îfadeya wî ya li dozgeriyê, bi şertê kontrola edlî serbest bûbû.
Serdozgeriya Komarî ya Amedê îdianameyek derbarê Ozî de amade kiribû û 9em Dadgeha Cezayê Giran ev îdianame qebûl kiribû. Dozgerî bi tohmeta ku “endamê rêxistina terorê ya bi çek e” xwestibû ku di navbera 7 û 15 salan de cezayê girtîgehê li Ozî were birîn.
Dozgerî gotibû ku Oz beşdarî bernameyên Akademiya Siyasetê ya Partiya Demokrasî û Aştiyê (BDP), çalakiyên Berxwedana Geziyê bûye û ev û hin axavtinên wî yên bi rêya telefonê weke delîl nîşan dabû.
Derbarê Kazim Ozî de
Sala 1973yan li Dêrsimê ji dayik bûye. Sala 1998an Fakulteya Endezyariya Înşaetan a Zanîngeha Yildiz Teknîkê qedandiye. Paşê jî di sala 2003an de ji programa lisansa bilind a Beşa Sinema TVyê ya Fakulteya Hunerên Xweşik a Zanîngeha Marmarayê derçûye. Di heman beşê de programa doktorayê dixwîne.
Ji sala 1992yan heta çar salan di ekîba Şanoya Jiyana Nû de cih girtiye. Ji sala 1996an û vir ve di Kolektîfa Sînemayê ya Mezopotamyayê û Yapim13ê de kar dike ku yek ji avakarên vê saziyê ye.
Yekem filmî wî yê metrajdirêj “Fotograf” e. Kurtefilmî wî yê bi navê “Ax” li Tirkiyeyê û cîhanê 6 xelat standine. Başê du belgefilm kişandiye.
Filmên wî ev in: “Fotogaraf” (2001), “Dûr” (2005), “Firtina” (2008), “Hebû Tunebû” (2014), “Zer” (2017). (HA/FD)