7emîn Dadweriya Cezê û Aştiyê ya Bakirkoyê, ji bo hesabê Xê yê bianetê ku 402 hezar şopînerên wê hene biryara astengkirin û jêbirina naverokan ji weşanê da.
Bi bianetê re ji bo hesabên gelek rojnamegeran jî biryara astengkirinê hat dayîn.
Di nav kesên ku hesabên wan hatine astengkirin de İrfan Degirmenci, Şirin Payzın, Burak Acerakis, Erdal Saglam, Dinçer Gokçe, Sarya Toprak, Esra Tokat û Furkan Karabay jî hene.
“Parastina ewlehiya neteweyî û nîzama giştî” weke hêceta biryarê hat nîşandan. Piştî biryarê hinek hesab ji aliyê Xê ve li Tirkiyeyê hatin astengkirin.
Lêbelê biryar di 30ê Îlona 2026an hatiye dayîn. Di nav 7 rojên ku derbas bûne de ji bianetê re ti agahdarkirin nehatiye kirin. Ji ber vê yekê hê jî nayê zanîn ku ji ber kîjan nûçe û parvekirinan sansûr li bianetê hatiye sepandin.
Biryar ji aliyê EngelliWebê ve hat belavkirin. Projeya EngelliWebê biryarên sansûrê yên Komeleya Azadiya Derbirînê dişopîne û belge dike.

Hesabê bianetê yê Xê hat astengkirin
Hesabê bianetê berê jî hatibû astengkirin
Heman hesabên Xê yên İrfan Degirmenci û Şirin Payzinê di 16ê Îlona 2026an de jî hatibûn astengkirin.
Derbarê heman hesabê bianetê de jî di dema protestoyên Saraçhaneyê yên piştî desteserkirina Ekrem İmamoğlu dest pê kiribûn de (Adara 2025an) biryara astengkirinê hatibû dayîn.
Ji bo hesabê Xê ê bianetê bitikîne
(HA/AY)
