Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
* Xêzkirin: Murat Başol
Pêncemîn daneşîna doza akademisyen Nûriye Gulman ku girtî ye û 264 roj in di greva birçûbûnê de ye û dersdêr Semîh Ozakça û Acûn Karadagê bi rê ve çû.
Parêzer û Gulmanê daxwaza tehliyeyê kirin lê 19emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê, biryar girt ku Gulmen girtî bimîne.
Daneşîna şeşemîn wê 1ê Kanûna Pêşiyê ya 2017yê de berdewam bike.
Dozgerî daxwaza tehliyeyê kiribû
Daneşîn li 19emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya li Kampusa Girtîgeha Sîncanê çêbû û dozgerî bi hinceta ku ji ber “hemû delîl hatine komkirin”, “gumana revê û reşkirina delîlan nîne” û “qonaxa ku dadgehkirin hatiyê” bi şertê kontrola edlî re daxwaza tehliyeya Gulmenê kir.
Nûriye Gulmen ji Nexweşxaneya Nûmûneyê bi rêya SEGBİSê beşdarî daneşînê bû û li ser daxwaza dozgerî wiha got:
“Du daneşînin ku ez behsa giraniya şertên xwe yên girtîtiyê û şertên ji bo parastina xwe dikim. Ji xwe xuya ye ku gumana revê û reşkirina delîlan jî nîne. Ji ber vê rewşê girtîtiya min ji devreyî tedbîrê weke cezakirinê ye. Dema ku ez tehliyeya xwe dixwazim ne weke ku qenciyekê ji we naxwazim, ez dixwazim ku hûn rêzikên hiqûqê bi cî bînin.”
Her sê dersdêr bi sûcên “endamtiya rêxistina terorê ya çekdar (Yasaya Ceza ya Tirkan hejmar 314)”, “Muxalefeta li hemberî Yasaya Civîn û Meşên Xwenîşandan hejmar 2911” û “Propagandaya rêxistina terorê (Yasaya Têkoşîna li Dijî Terorê hejmar 7/2)” tên sûcdarkirin û dadgehkirin.
“Dibe ku ez vê hefteyê vegerem ser karê xwe”
Piştî biryara dadgehê Gulmen careke din axivî û got:
“Di nava vê hefteyê de pêşketineke din çêbû. Çav li rê ye ku vê hefteyê Komisyona Rewşa Awarte biryarên xwe yên derbarê daxwazên vegera li ser de bide. Çav li rê ye ku yek ji biryarên pêşiyê biryara me be. Dibe ku ez vê hefteyê vegerim ser karê xwe. Heke ku ez vegerim ser karê xwe ez naxwazim girtî bêm dermankirin. Ez nikarim bi doktorên li vir re têkevim têkiliyeke erênî”.
Çi bûbû?
Nûriye Gûlmena Akdemîsyen û Semîh Ozakçayê dersdêr bi Biryarnameyên di Himê Qanûnan de ji karê wan hatin avêtin.
Nûriye Gûlmenê li Zanîngeha Selçûkî wek lêkolîner kar dikir. Bi Lêpirsîna FETOyê(Rêxistina Terorî ya Fethûllahgir) ew ji karê wê hat avêtin.
Semîh Ozakça, li navçeya Çiyayê Mazî dersdêrek bû. Ew bi sûcê “têkiliya digel rêxistinên terorî an jî rêxistinên ku Lijneya Ewlehiya Neteweyî ew li dijî ewlehiya neteweyê dîtî” ji karê wî hat avêtin.
Gûlmen di 9ê Çiriya Paşiyê de, Ozakça jî di 23yê Çiriya Paşiyê de li Enqereyê li ber Monomentê Mafên Mirovan dest bi xwenîşandanê kiriye. Ew di 9ê Adarê de hatin desteserkirin. Wan di dema desteserkirinê de dest bi greva birçîbûnê kir.
Di 23yê Gulanê de hatin girtin. Ji 28ê Tîrmehê û pê de li Nexweşxaneya Dewletê ya Kampusa Girtîgeha Sîncanê dihatin girtin.
Di 202emîn roja greva birçîbûnê de (26ê Îlonê) Gulmen ji girtîgehê birin Nexweşxaneya Nûmûneyê.
Semîh Ozakça di daneşîna sêyemîn de hat tehliyekirin. (AS/FD)