Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Sedat Peker ji ber tehdîtkirina akdamîsyenan tê dadkirin lê cara sêyê ye ku beşdarî rûniştina dadkirinê nabe.
Dageha Cezayên Eslîyeyê ya 13. a Stenbolê biryar daye ku Peker dê bi zorê ji bo dadgehê bê birin.
Sedat Pekerî ew akademîsyen tehdît kiribûn ku wan îmze avêtibû danezana “em ê nebin şirîkên vî sûcî”
Piştî 16ê Çiriya Pêşiyê biryara dadgehê dê bikeve di mercîyetê de.
Li gor nûçeya Yûksel Koçî ya di Ajansa Nûçeyan a Doganê(DHA) de, akademîsyenên danezan îmze kirîn(wek akademîsyenên aştîxwaz jî têne binavkirin) doz li Pekerî vekiriye. Akamîsyenan dîyar kiriye Sedat Pekerî bi daxuyaniyan rasterast ew tehdît kirine.
Bixwîne - Sedat Pakerê gef li akademîsyenan xwaribû sibê tê dadkirin
Di dadkirinê de Merîç Eyûpoglûya parêzer eşkere kiriye hêceta ji bo neçûna dadgehê ya Sedat Pekerî ne di cih de ye û divê ew bê girtin.
Çi bûbû?
Piştî Akademîsyenên Aştîxwaz danezana “Em Nabin Hevparê vê Sûcê” ragihandibûn, Sedat Peker gef li wan xwaribû. Li ser gilîkirinê wê demê derbarê Peker de doz hat vekirin.
Sedat Peker di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha digot: “Kesên qaşo rewşenbîr, wê gog ewil ji bo lêkeve. Em ê xwîna we birijînin û pê serê xwe bişûn.”
Li gilîkirina EGÎTÎM-SEN, Komeleya Parêzerê Aştîxwaz û gelek akademîsyenan derbarê Sedat Peker de dpz hat vekirin.
Di îdianameya ku Serdozger Ahmet Aslan amadekiriye de Peker bi gefxwarin û tehrîkirina sûckirinê ve tê sûcdarkirin.
Rûniştina yekem ya dozê wê sibê (3ê Çileyê) saet 10:00an de li Dadgeha Stenbol Anadoluyê were dîtin.
Sedat Peker kî ye?
Peker ji ber sûcên “tehsîlatkirina bi tehtîdê, revadin û dîlgirtin, navtêdana kuştinê” 7 meh qaçax ma û piştre di 1998an de li Romanyayê hat girtin û wî anîne Tirkiyeyê. Derbarê wî de bi cezaxwestina 7.5 salan doz hat vekirin. Peker di 24ê Gulana 1999an de ji doza ku ligel 12 kesan ve bi “avakirina rêxistina çeteyan” dihatin dadkirin de, tehliye bû.
Derbarê wî de bi hincetên weke “rêxistina sûckirinê avakiriye, bi ser kargehê de gule reşandiye, tehdîtkirina huriyeta mirovan, derstdanîna ser malên xelkê ve 3 doz hatin vekirin û di du dozan de ceza girt.
Di 2013an de ji ber doza Ergenekonê jî hat girtin û 10 meh di girtîgehê hat girtin.(TP/MB)