Danişîna 15emîn a doza Hevseroka Giştî ya berê ya HDPê Fîgen Yuksekdag li 16emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku îro tê dîtin dest pê kir.
Hevserokê Giştî yê HDPê Sezaî Temellî, komek qelebalix û pêkhateyên HDPê û her wiha dayika Yuksekdag Munîre Yuksekdag beşdarî danişînê bûn.
Li salona danişînê tedbîr ewlehiyê yên zêde hatin girtin. Gelek parêzeran doz şopand.
Yuksekdag dest bi parastina xwe kir û da zanîn ku ew beriya dest bi parastina xwe bike selamiyetiyê ji hemû xelkê Stenbolê re dixwaze û ew hêvî dike ku dê bobelatên xerabtir pêk neyên.
Yuksekdag da zanîn ku pêwîste îktîdara siyasî bikeve pêşiya bobelatan û wiha got: “Mixabin bobelatên xwezayî ne di xema kesên Tirkiyeyê birêve di bin de ye. Li Tirkiyeyê karesatên siyasî li pey hev diqewimin. Halbûkî divê rojeva me ya yekemîn parastina ewlehiya însanan be. Erdheja Stenbolê nîşanî me da ku em çiqas bi pirsgirêkan re hevrû ne.”
REZALETA SIYASÎ QEWIMÎ
Yuksekdag di dewama parastina xwe de wiha got: “Rezaletek siyasî qewimî. Doza ez jê girtî me cara duyem hatim girtin. Ev tecrûbeyek ewile em diceribînin. Girtina duyem mînaka vê yekê ye. Ez û Demîrtaş rojek bi bayê bezê hatin darizandin û biryara girtina duyem ji bo me hat dayîn. Nîvê jiyana ma ye hefsê di odeya SEGBÎSê de derbas dibe. Me texmîn kir ku dê ew roj jî tiştek neyînî biqewime. Çimkî li hefsê rewşek awarte hebû. Prensîbên hiqûqa bingehîn hatin binpêkirin.
DOZGER JÎ DIZANIBÛ EV NEHEQÎ YE
Vegotina tişta qewimî û diqewimin li zora min diçe. Xwedîgiravê sûcê min kiriye hat xwendin. Min bi bîra wan xist ku ev darizandinek dubare ye. Dozgerî got ku ew dizane. Tevî ku me got vê pêvajoya lêpirsînê ne li gorî hiqûqê ye jî lê dozger bi israr em darizandin. Me fêm kir ku rewşek ne biryara dozger e. Opersyonek ji nişkeve bû. Min mafê xwe hiqûqî bikar anî. Aliyê vî karî yê herî rezalet ev e; dozger hewceyî pê nedît ku bêje min sewq dike ku bêm girtin jî. Min vê sewqa ji bo girtinê ji televîzyonê hîn bûm.
WÊ HEQÎQET NEGUHERE
Li Tirkiyeyê endamên darazê hatine wê astê ku nikarin vê rewşê rave bikin. Dema min sewqî girtinê kirin qey min digot dema dane min. Lê di televîzyonan de jêrnivîs derbas bû û digotin Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji bo girtinê sewq kirin. Pişt re jî ji xwe raya giştî dizane. Em derketin pêşberî dadger. Dadgerê Cezayê Sulhê radixst ber çavan ku ka çawa dixebite. Îktîdar herî zêde mudaxeleyî dadgehan ango dadgeran dike. Em çi fikirîne em hêj diparêz in. Ji ber ku raya giştî bendewariyek wezîfeya rewa dibîne ez derketim pêşberî wê dadgehê. Tişta eşkere bû beyan. Biryara girtina me dan. Ez wek kesa ji heman dozê cara duyem hatime girtin derdikevim pêşberî we. Girtinek têr nekir, rabûn cara duyem dan girtin. Gotinên min, ramanên min, hebûna HDPê û girîngiya HDPê wê biguhere? Na. Ew 22 carên din jî min bidin girtin wê heqîqet neguhere. Ez ji wan dipirsim wê bi vê biryara we heqîqet biguhere gelo?”
HETA 83 SALAN CEZA TÊ XWESTIN
Di çarçoveya dosyeyek 92 rûpelî pêk tê ji 30 salan heta 83 salan ji Yuksekdag re cezayêhefsê tê xwestin. Tê xwestin ku Yuksekdag bi navê “Rêvebera rêxistinê” bê cezakirin.
(RT/MB)
Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê