Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Doza çalakiyên Parka Geziyê li Girtîgeha Sîlîvriyê duhî dest pê kir. Çalakî piştî çêkirina Leşkergeha Topavêj (Topçu Kişlasi) bi armanca protestokirinê dest pê kiribû û paşê li gelek deverên Tirkiyeyê belav bûbûn. Doz bi îdiaya ku “Hewl dane ku hikûmeta Komara Tirkiyeyê ji holê rakin” li 16 kesan hatibû vekirin. Du ji wan girtî ne.
Duhî Osman Kavala, Yigit Aksakoglu, Mücella Yapıcı, Çiğdem Mater û Ali Hakan Altınayî xwe li 30. Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê xwe parastin. Osman Kavala û Yigit Aksakoglu di pêvajoya dadkirinê de li girtîgehê dimîne.
Îro tê çaverêkirin ku Can Atalay, Tayfun Kahraman, Yiğit Ali Ekmekçi, İnanç Ekmekçi û Mine Özerden xwe biparêzin. Mafparêz digel Cendirmeyan hatin salonê.
Ozerden: Gezî ew qasê mezin bû ku çênabe li ser milê 16 kesan bilind bûbe
Mine Ozerdenê di parastina xwe de got:
"Gezî bûyereka birûmet ya civakî ye. Tevgerek e ku çênabe bi tenê li ser milê 16 kesan bilind bûbe. Heke em li qeydên di îdianameyê de binêrin em ê bibînin ku mesele girêdayî guhertina derdorê ye.
"Mesela bi Yigit Ekmekçîyî re axivîme. Axiftina min ne li ser Gezîyê ye. Lê ji ber ku gotina kaosê di axiftinê de dibore li îdianameyê hatiye zêdekirin."
Ekmekçî: Ez li dijî tûndkarîya li ciwanan bûm
Yiğit Ali Ekmekçiyî di parastina xwe de got:
"Parka Gezîyê her dem beşek ji jiyana min bû. Ez li dijî tûndkarîya li ciwanan dihat kirin sekinîm. Li gor min [tûndkarî] xelet bû. Min bûyera komplîke ya Gezîyê bi rê nexistiye, fînanse nekiriye û beşdarî ti civînn wê nebûme.
"Min 12 kesên di vê îdianameyê de nas nekirîye. Ez û Çigdem Mater du caran axivîne. Ez û Mine Ozerden 85 caran axivîne. Osman Kavala dostê min ê qedîm e û me gelek caran hev dîtiye."
Tayfun Kahramanî xwe parast
"Di dema Çalakîyên Gezîyê de min li Wezareta Çandê kar dikir. Ji ber wê ez wan tiştên ku em pê têne sûcdarkirin, yanî parastina çand û berhemên çandî baş dizanim.
"Min pênc salan ji bo Wezareta Çandê wek pisporê çannd û geştyarîyê kar kir.
"Piştî çalakîyên Gezîyê têliya min û wezaretê nebaş bû. Paşê ez ji bo Dîlokê hatim sûrgûnkirin.
"Îdareyê biryarên hevpar nedida. Me bi tenê rêyên hiqûqê bi kar dihanî. Em li meydanan bûn ku em xwe nîşanî wan kesan bikin ku xwe nedîtî dikirin. Paşê xelk hatin serdana me. Hatin nik me û çalakîyên Gezîyê çêbû. Tiştê me pêşbînîya wê nedikir ew bû ku Gezî bû wijdana gelî.
"Li wê derê tûndkarî li me hat kirin, ji xwe taksîm jî sembolek bû dema ew ketin ser hev û polîsan jî karên tûnd zêde kirin Gezî derket.
"Min hewil da bibêjim ku lêpirsîn bi awayekê hemsarane hatiye amadekirin. Min hewil da bibêjim ku me hewil dida em Parka Gezîyê biparêzin.
"Ji Gezîyê netirsin ew ne cihekê welê ye ku hûn jê bitirsin."
Can Atalayî xwe parast
Can Atalayî got "tiştên ku divîya ez paşiyê bibêji ez ê di destpêka axiftina xwe de bibêjim. Ev îdianame hewil dide bûyereka ku di dîroka Tirkiyeyê de bûyera herî bi rûmet e, reş bike.
"Gelo hûn dikarin bi tenê tiştekî nîşanî me bikin ku em bibêjin bûye sebeba TMK 7/2yê (Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê), na hûn nikarin nîşan bidin.
"Dozger me bi fînansekirina Gezîyê sûcdar dike. Derew e. Hûn nikarin nîşan bidin tekane tişteka ji hir ve an jî ji wê ve bibînin ku heqê wê ji berîka me derketibe.
"Mexseda bingehîn ya dozgerî reşkirina Berxwedana Gezîyê ye.
"Gezî li dijî emperyalîzmê ye. Bi ti lîstikên bîyanîyan û komployan nikare bê îzahkirin."
Parastina Atalyî piştî van gotinan zêdetirî du sietan dom kir.
Çi bûbû?16ê Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) ya 2018ê polîsan operasyon li dar xistibû û Porf. Dr. Betul Tanbay û Prof. Dr. Tûrgût Tarhanli, Wekîlê Serokê Lijneya Rêveberiya Anadolû Kulturê Yîgît Ekmekçî, endamên Lijneya Rêveberiyê Alî Hakan Altay, Koordînatorê Giştî Asena Gunal û produktor Çîgdem Mater û Meltem Aslan, xebatkarên rêxistinên civaka sivîl Yîgît Aksakoglû, Fîlîz Telek, Bora Sari, Yûsûf Civir, Ayşegul Guzel û Hande Ozhabeş hatibûn desteserkirin. Bixwîne - Dozgeran ji bo Osman Kavala û 15 mafparêzan muebeda zehmetkirî xwest 16ê Çiriya Paşiyê piştî îfadegirtina wan Hande Ozhabeş, Prof. Dr. Tûrgût Tarhanli, Asena Gunal u Bora Sari û Meltem Aslan, 17ê Çiriya Paşiyê jî Prof. Dr. Betul Tanbay, Yîgît Ekmekçî, Hakan Altinay, Yûsûf Civir, Ayşegul Guzel û Çîgdem Mater hatibûn berdan. Yîgît Aksakoglû ku li Zanîngeha Bîlgiyê ya Stenbolê xebatên civaka sivîl dikir hatibû girtin. Osman Kavala Serokê Lijneya Rêveber ê Anadûlû Kulturê ji 1ê Çiriya Paşiyê ya 2017ê û vir ve bêyî ku îdianame ji bo wî bê amadekirin girtî ye. Dozgerî ji îfadeyê bang li Atalay, Kahraman, Yapici, Saymadi, Agabeyoglû kiribû Di çarçoveya lêpirsîna Geziyê ya ku Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê dimeşîne, rêveberên Şaxa Buyukketa Stenbolê ya Odeya Mîmaran û ji Piştevaniya Taksîme Mucela Yapici û parêzer Can Atalay, plankarê bajarvaniyê Tayfûn Kahraman, endamê Meclîsa Partiyê ya Partiya Ji nû ve avakirinê ya Sosyalîstan (SYKP) Ahmet Saymadî û Halûk Agabeyoglû, 28 û 30ê Çiriya Paşiyê ya 2018ê li Miduriyeta Emniyetê ya Stenbolê îfade dabûn. Îdianameyeka 657 rûpelî 20 Sibatê hatibû amadekirin. 30em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê 4ê Adara 2019ê ev îdianame qebûl kiribu. Di îdianameyê de li gel Can Dundar û Mehmet Alî Alabora kesên din ên ku tên tohmet kirin ev in: Endamê Lijneya Rêveber a Anadolu Kultur A. Ş.yê Ali Hakan Altinay, Mîmar Mucella Yapici, lîstikvan Ayşe Pinar Alabora, sînemager û rojnameger Çîgdem Mater Ûtkû, Nûnera Tirkiyeyê ya Weqfa Civaka Vekirî Gokçe Yilmaz, nivîskar Handan Meltem Arikan, Koordînatora Navenda Pêşxistina Civaka Sivîl Hanzade Hîkmet Germiyanoglû, Înanç Ekmekçî, alîkarê derhênerî/ê, sînemager û reklamsaz Mîne Ozerden, parêzer Can Atalay, Serokê Lijneya Rêveberiya Şaxê Stenbolê yê Odeya Plansaziya Bajaran ê TMMOBê û endamê Lijneya Rêveber ê heman saziyê, akademisyen Tayfûn Kahraman, Wekîlê Serokê Lijneya Rêveber ê Anadolu Kultur A. Ş. yê û Endamê Lijneya Rêveber ê Dibistanên Weqfa Terakkiyê Yîgît Alî Ekmekçî. Lijneya Wezîran a 61ê bûye dozdar Di îdianameyê de Lijneya Wezîran a 61ê weke dozdar hatiye nîşandan. Kesên di wê Lijneyê de cih digirtin ev bûn: Serokwezîrê demê Recep Tayyîp Erdogan, alîkarê serokwezîrî Bulent Ariç, Alî Babacan, Beşîr Atalay, Bekîr Bozdag û Emrûllah Îşler, Wezîrê Behrvanî, Ragihandin û Veguhastinê Bînalî Yildirim, Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Fatma Şahîn, Wezîrê Yekîtiya Ewropayê Egemen Bagiş, Wezîrê Zanyarî Pîşeyî û Teknolojiyê Nîhat Ergun, Wezîrê Kar û Ewlehiya Civakî Farûk Çelîk, Wezîrê Jîngeh û Bajarvaniyê Erdogan Bayraktar, Wezîrê Karên Derve Ahmet Davûtoglû, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî Taner Yildiz, Wezîrê Ciwanan û Sporê Sûat Kiliç, Wezîrê Çandinî, Xida û Ajalvaniyê Mehdî Eker, Wezîrê Bazirganî û Gumrukê Hayatî Yazici, Wezîrê Navxweyî Mûammer Guler, Wezîrê Geşepedanê Cevdet Yilmaz, Wezîrê Çand û Hunerê Omer Çelîk, Wezîrê Darayî Mehmet Şîmşek, Wezîrê Perwerdeya Milî Nabî Avci, Wezîrê Berevaniya Milî Îsmet Yilmaz, Wezîrê Daristanan û Avê Veysel Eroglû, Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezzînoglû, Wezîrê Ekonomiyê Zafer Çaglayan û Wezîrê Dadê Sadûllah Ergîn. 746 kesan giliyên 16 kesan kiriye Di îdianameyê de navê 746 kesan weke kesên giliyê 16 kesan kirine, hatiye nivîsandin. Dîsa tohmetên derbarê 16 kesan de wiha hatiye nivîsandin: "Xwestine Hikûmeta Komara Tirkiyeyê ji navê bibin û pêşî li wezîfekirina wan girtine, zerar û ziyan dane mal û milkan, bi awayekî xurt zerar û ziyan dane mal û milkan, madeyên bixeter li cem xwe girtine û dane hin kesên din, zerar û ziyan dane perestgehan û goristanan, muxalefeta li dijî yasaya hejmar 6136ê, bi awayekî xurt talankirin, bi awayekî xurt birîndarkirin û muxalefeta li dijî yasaya hejmar 2863yê. |
(HA/MB)