Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Parlamenterê Qersê yê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP), Ayhan Bîlgen ji beriya heft mehan hatibû girtin, piştî hatî girtin cara pêşiyê hat dadkirin.
Li Dadgeha Cezayên Giran a 5. a Diyarbekirê rûniştina dadkirina Bîlgenî bi rê ve çû. Dadgehê biryar da ku Ayhan Bîlgen dê li girtîgehê bimîne.
Ji ber ku parlamenterî qebûl nekir ew bê kelepçekirin ew ji bo dadgehê nehat birin. Ew bi SEGBISê(Sîstema bi Deng û Dîmenan a Peywendîdanînê) tevlî dadkirinê bû.
Bîlgen bi sûcên “endambûna rêxistinê”, “elenî tehrîkkirina sûckirinê” “ji bo xwenîşandanên ne qanûnî germkirina civakê” tê dadkirin. Dozgerî dixwaze herî kêm 11 mehan, heta 25,5 salan cezayê girtinê ji bo Bîlgenî bê dayin.(EKN/MB)