Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Hûsnû Mahallîyê rojnameger bi tometa “ji ber karê wan heqareta li karmendên dewletê yên wek lijneyekê kar dikin” û “heqareta li serokkomarî” hatibû girtin lê ji ber nexweşiyên wî li nexweşxaneyê dima. Dadgehê biryara serbestberdana wî da.
Dadgeha Cezayî ya 6. biryar da îhtimaleka welê nîne ku bersûc bireve.
Mahallî di 14ê Kanûna Pêşiyê de hatibû girtin û ji bo Girtîgeha Sîlîvrîyê hatibû rêkirin lê ji ber nexweşiyên wî ew li nexweşxaneya Cerrahpaşayê dihat dermankirin.
“Em hewil didin rasterast ji nexweşxaneyê derbêxin”
Parêzerê Mahallîyî, Turan Aydoganî got li gor rêbazan divê pêşiyê ji nexweşxaneyê ji bo girtîgehê bê birin û paşê ji wê derê bê derêxistin lê em hewil didin rasterast ji nexweşxaneyê derbêxin. (EKN/MB)