Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Kolana Qaşqola navçeya Elbaka Wanê di 14ê Hezîrana 2020an de Erhan Gorurê 20 salî bi guleya leşkeran hatibû kuştin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê dadgehê têkildarî kuştinê di danişîna îro de biryara xwe aşkere kiriye.
5êmîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê serefser Y.E. weke sûcdar nirxandiye û 6 sal û 8 meh cezayê girtîgehê lê biriye.
Parêzerên malbata Gorur, Ebrû Demîrtepe û Cuneyt Ergun, Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz, parêzerên endamên OHD’ê û Baroya Amedê tev li danişînê bûn. Bersûc beşdarî dozê nehat kirin.
Dozger xwestiye ku bersûc Y.E. bi hinceta “kuştina biqisûr” bê cezakirin lê belê xwest sûc di çarçoveya “parastina rewa” de were nirxandin û j ber vê yekê jî “hukmê têkildarî ji cezakirinê re cih nîne” were avakirin.
Parêzera malbatê Ebrû Demîrtepe anî ziman ku ew mutalayê qebûl nakin û xwest di asta herî jor de ceza li bersûc bê birîn.
Serokê Baroya Wanê Sînan Ozkîraz jî anî ziman ku redkirina daxwaza daxiliya wan a dozê li dijî qanûnan e û di kuştina Gorur de lêxistina bi qestî heye û xwest bersûc ji tawanbariya “kuştina bi qestî” were darizandin.
(AS/AY)