Dadgehê li Mehmet Emîn Aktar, Serokê berê yê Baroya Amedê bi îdîaya ku “endamê rêxistinê ye” û beşdarî çalakiyên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bûye, 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê biriye.
Danişîna doza ku bi îdîayên “endamê rêxistinê ye” û “propagandeya rêxistinê kiriye” a derbarê Serokê berê yê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar de hatibû vekirin, li 4em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hatiye..
Aktar beşdarî danişînê nebûye. Parêzerên wî Resûl Tamûr û Semra Balyan di danişînê de amede bûne. Bi hinceta şewba vîrûsa koronayê, destûr nehatiye dayîn ku kes danişînê bişopîne.
Parêzerê Aktarî, Resûl Tamûr, li dijî nirxandinên dozgerî parastin kiriye. Tamûr, diyar kiriye ku ew parastinên xwe yên berê dubare dike û daye zanîn ku delîlên di dosyeya muwekîlê wî de, ne li gorî rê û rêbazê hatine berhevkirin. Temûrî, dest nîşan kiriye ku tu eleqeya axavtin û nivîsê maîlê yên muwekîlê wî, bi rêxistinê re tuneye û beraeta muwekîlê xwe xwestiye.
Dozgerî nêrînên xwe yê berê dubare kiriye û xwestiye Aktar bi sûcê “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandeya rêxistinê” bê cezakirin.
Dadgehê jî bi sûcê “endamê rêxistinê ye” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Aktarî biriye.(AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê