Polîsê bi navê A.E di 11ê Çiriya Pêşiya 2015an de di dema qedexeya derketina derve ya li Sûra Amedê de ji wesayîta zirxî ya cureya Kobrayê gule li Helîn Hasret Şenê reşandibû û ew kuştibû.
Polîs A.E. li 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bi sûcê "kuştina bi zanebûn" tê darizandin.
Danişîna biryarê ya dozê li 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat.
A.E. li cihê peywira xwe bi rêya Pergala Deng û Dîmenî (SEGBÎS) tev li danişînê bû. Dayika Helîn Şenê, Nazmiye Şen, bavê wê Ekrem Şen û parêzerên wê Abdullah Zeytûn, Yakup Guven û Ercan Yilmaz jî di danişînê de amade bûn.
Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ên Amedê Serhat Eren, Adalet Kaya û nûnerên Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê, Navenda Bîrê û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî doz şopandin.
Di danişînê de dozger nêrîna xwe ya di danişîna din de pêşkeş kiribû dîsa dubare kir ku dixwest bersûc A.E. ji sûcê “bi zanebûn bûye sedema kuştinê” ji 2 salan heta 6 salan bi cezayê girtîgehê were cezakirin.
Heyeta dadgehê bi tohmeta ku “Bi zanebûn bûye sedema kuştinê”, 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li A.E. birî. (AY)